ATK: Tîmtîk û Unsal nikarin li girtîgehê bimînin

ATK’ê ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên li girtîgehê di rojiya mirinê de ne got: “Ne guncav e ku di girtîgehê de bên ragirtin.”

Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê rapor da parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ku ji bo mafê xwe yê darizandinê biparêzin ketine rojiya mirinê û diyar kir ku nikare di girtîgehê de bimînin. ATK'ê rapora "Girtina wan a li girtîgehê ne guncav e" da parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal.

Parêzer Ebrû Tîmtîk 210 roj, Parêzer Aytaç Unsal jî 179 roj in di rojiya mirinê de ne. Di 27'ê Tîrmehê de parêzer Tîmtîk û Unsal sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê kiribûn. ATK'ê rapora di derbarê Ebru û Aytaç de eşkere kir û got: “Ne guncav e ku di girtîgehê de bên ragirtin.”

Niha li bendê ye ku 37’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê biryarê bide.