ATÎK: Em xwedî li koçberan derkevin
ATÎK'ê, ji bo koçberên di rê de jiyana xwe ji dest didin daxuyaniyeke nivîskî weşand û polîtîkayên dewletan şermezar kir.
ATÎK'ê, ji bo koçberên di rê de jiyana xwe ji dest didin daxuyaniyeke nivîskî weşand û polîtîkayên dewletan şermezar kir.
ATÎK'ê, ji bo koçberên di rê de jiyana xwe ji dest didin daxuyaniyeke nivîskî weşand û polîtîkayên dewletan şermezar kir.
Di daxuyaniya Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Ewropayê (ATÎK) de hat gotin, "Ji ber polîtîkayên herêmî yên emperyalîstên Yekîtiya Ewropa û DYA, di serî de li Sûriye, Iraq, Lîbya û Afganîstanê li gelek welatan şerê navxweyî rû daye û ji ber van şerean mirov neçar mane cih û warên xwe biterikîne. Hikûmetên Ewropayê jî li hemberî van mirovên ji neçarî koçber bûne, polîtîkayeke ku rûmeta mirovan binpê dike, dimeşînin."
ATÎK'ê diyar kir ku Derya Spî û rêyên ber bi Ewropayê veguherîne goristana koçberan.
'BINGEH JI MIRINÊN NÛ RE TÊ AMADEKIRIN'
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji ber binavbûna bota li navçeya Mûgla Bodrûmê 11 koçberan jiyana xwe ji dest dane û hat gotin, "Cesedên bi sedan mirovên ji ber binavbûna keştî û botan li peravan tên xuyakirin, mirovên di qemyonên bazirganên mirovan de jiyana xwe ji dest ddiin, bedenê zaroka biçûk a Sûriyeyî ya li peravên Tirkiyeyê hat dîtin, me xist nava tirs û fikaran. Rêwîtiya bi hezaran mirovan a ber bi hêviyê ve, bi encameke dilşewat bi dawî dibe.
Emperyalîstên li parzemîna Ewropayê, mîna ku para xwe di hovîtî û komkujiyên li erdnîgariya me de nîne, bi wergirtina tedbîrên îdarî re dixwazin koçberan vegerînin, tedbîrên tund ên ewlekariyê digirin û dixwazin hîn bêhtir mirov jiyana xwe ji dest bidin."
ATÎK'ê bal kişand ser antî propagandayên li hemberî koçberan ji aliyê dewletan ve tên kirin û got, "Li Elmanyayê tê gotin ku hejmara koçberan 200 hezar derbas kiriye û heta dawiya vê salê wê bigihêje 400 hezarî. Bi van gotin û propagandayê re pêşhukmên li hemberî penaberan di nava gel de xurt dikin û polîtîkayeke cihêkariyê dimeşînin."
ATÎK'ê da xuyakirin ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo koçberan dewam bike û banga têkoşînê li koçberan kir.