Asya Ebdullah: Şoreşa Rojava şoreşa jinên azad e

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdulah ku di kongreya partiya xwe ya Kantona Cizîrê de axivî, diyar kir ku armanca wan destnîşankirina destûreke giştî ya Sûriyeyê ku mafê gelê Kurd misoger dike û avakirina Sûriyeyek demokratîk e.

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdulah ku di kongreya partiya xwe ya Kantona Cizîrê de axivî, diyar kir ku armanca wan destnîşankirina destûreke giştî ya Sûriyeyê ku mafê gelê Kurd misoger dike û avakirina Sûriyeyek demokratîk e.

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah a di kongreya PYD’ê de axivî bal kişand ku kongreya wan di demeke ku Rojava di qonaxeke hesas re derbas dibe û herêm rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tê de tê lidarxistin. Asya Ebdulah, da zanîn ku ew bênavber ji bo berjewendiya hemû gelên Sûriyeyê kar dikin û wiha dom kir: “Me hin proje bi siyasetmedarên serbixwe û gelek aliyên opozisyonê yên berjewendiyên gelên Sûriyeyê difikirin re gotûbêj kirine. Armanca me ji vê yekê avakirina Sûriyeyek demokratîk a azad ku mafê hemû pêkhateyan biparêze ye.ˮ

Asya Ebdullah anî ziman ku armanca partiya wan avakirina Sûriyeyek demokratîk û destnîşankirina destûreke nû ya Sûriyeyê ku mafê gelê Kurd têde bê parastin e û ev tişt anîn ziman: “Me ji bo avakirina projeya Sûriyeya demokratîk bi rêya tekoşîna siyasî de kar kir. Em hêvî dikin ku hemû hêzên siyasî piştgiriya berxwedana Rojava bikin. Em di vir de dixwazin berxwedana Kobanê bibîr bixin û em bibêjin ku berxwedana Kobanê bûye sembola hemû mirovahiyê. Em bi hemû aliyan re ketina nava hevdîtin û gotûbêjan, armanca me ya sereke berjewendiya gelê Sûriyeyê ye.ˮ

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah di dawiya axaftina xwe de berxwedana jinên Rojava bibîr xist û got: ˮBerxwedana jinên Rojava û vîna wê ya azad ji bo rêveberiya şoreşê û berxwedana wê ya li dijî hêzên paşverû bala her kesî kişand ser xwe. Ji ber vê yekê pêwîste ji bo ku em bibin dengê jinên Rojava kar bikin. Şoreşa Rojava şoreşa jinên azad e, erka me piştevaniya hêzên YPJ’ê ye.ˮ

Piştî Asya Ebdullah Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso axivî û da xuyakirin ku PYD’ê roleke mezin di şoreşa Rojava de girtiye û bûye hêzeke sereke di avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de.

Cîgirê Hevserokên Kantona Cizîrê Ifram Ishaq jî di kongreyê de axivî û da zanîn ku Kongreya PYD’ê di demeke ku herêm, Rojhilata Navîn û cîhan di qonaxeke hesas re derbas dibe de hatiye lidarxistin û got ku di vê demê de guhertinên dîrokî di hemû aliyan de pêk hatine.

Rêveberê TEV-DEM’ê Şahoz Hesen, li ser navê Yekîtiya Star Neîma Hesen jî axivîn û nêrînên xwe anîn ziman.

Di kongreyê de her wiha peyamên pîrozbahiyê yên partiya Çep a Sûriyê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Guhertin a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Suryaniyan, Partiya Wîfaq a Demokratîk, Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Sûriyeyê, Partiya Yekîtî ya Demokratîa Kurd li Sûriyê (Yekîtî), hatin xwendin. Dîsa penaberên kampa Newroz, Meclîsa Giştî ya Herêma Girkê Legê û Rêxistina Mafê Mirovan a Rojava jî peyam şandin kongreyê.

Piştî axaftinan û xwendina peyaman, endamên çapemeniyê ji salonê hatin derxitin. Kongre ji çapemeniyê re girtî dom dike.