Asim Bezîrcî û Rifat Ilgaz li ser gorên xwe hatin bîranîn

Nivîskar Asim Bezîrcî yê yek ji 33 kesên di Qetlîama Madimakê de jiyana xwe ji dest dabû û dostê wî nivîskar Rifat Ilgaz ê piştî qetlîamê çend rojan jiyana xwe ji dest da li ser gorên wan hatin bîraîn.

Di bîranîna bi pêşengtiya Weşana Çapemeniya Evrensel û Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê (TYS) de, hate bibîrxistin ku tev 25 sal in li ser qetlîamê re derbas bûye lê hê jî berpirs nehatine cezarkirin û diyar kir ku hişmendiya qetlîama Sêwasê kirî îro hişmendiya bûye desthilat heman e. Nivîskar Asim Bezîrcî yê yek ji 33 kesên di Qetlîama Madimakê de jiyana xwe ji dest dabû û dostê wî nivîskar Rifat Ilgaz ê piştî qetlîamê 5 rojan û şûnde jiyana xwe ji dest da li Goristana Zincîrlîkûyû ya Stenbolê li ser gorên wan hatin bîraînîn.

Kurê Rifat Ilgaz, Aydin Ilgaz, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Kedê Levent Tuzel, Rêveberê Weşana Çapemeniya Evrensel Cavît Nacîtarhan, Nivîskar Adnana Ozyalçiner, Serokê Giştî yê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê Mûstefa Koz, Sekreterê TYS’ê Hakkî Zarîç, Tahîr Şîlkan, şaîr û rexnegir Nalan Çelîk, şanoger Mehmet Esatoglû, Hale Ustun, nivîskar Mûrat Tûncel Kor û gelek kes tevlî mîtîngê bûn.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê Mûstefa Koz, nivîskar Adnana Ozyalçiner, kurê Rifat Ilgaz Aydin Ilgaz, şanoger Mehmet Esatoglû, Asim Bezîrcî, Rêveberê Weşana Çapemeniya Evrensel Cavît Nacîtarhan û Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Kedê Levent Tuzel di bîranînê de axivîn.

Piştî axaftinan bîranîn bi dawî bû.