Pergala artêşa profesyonel ya ku rejîma AKP’ê li hemberî PKK’ê xist meriyetê têk diçe, leşkerên bi pere yek bi yek ji artaşa tirk direvin. Li gorî pisporê teqawîtbûyî; Di Artêşa Tirk de leşkerê pispor nemane, hemû kes îstîfa dike, kes naxwaze were şûna yên teqawîtbûyî.”
AKP li şûna ku pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane çareser bike artêşa bi pere xist dewrê, an jî bi navekî din leşkerê bi pere xist dewrê. Ev jî eleqeyê nabîne. Berovajî vê têk diçe. Ligel propagandaya çapemenî û desthilatdariyê artêşa profesyonel ya ku rejîmê avakiribû di rize û ev ye jî di dema ku pevçûnên herî zêde di diqiwime de pêk hat. Ev yek jî nîşan dide ku çalakiyên rejîma AKP’ê di qada leşkerî de jî rastî şikestineke mezin hatiye.
Li gorî nûçeya ji Ajansa Nûçeya a Turk (AHT) Şukran Ozçakmak Serokê Giştî ya Komeleya Pisporên Teqawît Esef Merdoglu, têkçûna artêşa profesyonel qebûlkiriye û balkişand ser pirsgirêkên şert û mercên leşkeriya ku tê kirin.
LEŞKERÊN PISPOR NEMAN
Merdoglu diyar dike ku leşkerê pirsor nemane, hemû kes îstîfa dike û kes naxwaze bikeve şûna yên teqawîtbûyî û wiha got: “Di 2009’an de qedro 67 hezar bû. di 2012’an de daket 43 hezarî. Bi îstîfa û teqawîtbûnan re di 1 Çile de ev hejmar bû 30 hezar. 8 hezar leşkerên pispor daxwaznameya îstîfayê da artêşê. Têkiliya 5 hezar û 700 leşkerî dema temên wan tê 45’an tê birîn. yên ku peymana wan diqede nû nake, vediqete. Ji bo qedroya 50 hezar kesî ya sala 2013’an 15 hezar kesî serî lê da. Niha jî dibijên dê li hemberî têkoşîna bi terorê re leşkerên bi pere tên bikaranîn. “
KÎ DIXWAZE BIBE LEŞKERÊ PISPOR
Merdoglu wiha got: “Ji ber şertên leşkeriya bi pere kes naxwaze bibe pispor. Di nerehetiyeke biçûk de ji kar tên avêtin. Kes naxwaze bibe pispor. Naxwazin dîsa pyemanê îmze bikin. ji ber ku Qanûna Leşkerê Pispor, kesekî ku 90 rojan rapora doktor bigire ji kar davêje. Yanî mafê wan yên nexweşiyê jî tune ye.
Peywira hemû personelên artêşa tirk ya herêma mahrumiyetê du sale. Lê ya pisporan 5 sale. Mahrumiyeta li vir; Ger zewicandîbin nekarin zarokên xwe hevjîna xwe bibe wir. Salê du caran diçe mala xwe. Ji ber vê jî leşker îstîfa dikin. Di 3-4 salên dawî de pêkanînên ne baş jib o pispora hene.”
DURAN KALKAN: PIŞTA ARTÊŞA BI PERE ŞIKEST
Endamê komîteya rêveber ya KCK’Ê Duran Kalkan di mulakata xwe ya di meha cotmehê de dabû ANF’ê de diyar kiribû ku, artêşa bi pere li dijî gerîla têk çû û diyar kiribû gelek general û serbas peywirê qebûl nakin. Kalkan wiha gotibû: “ dewleta Tirk li dijî gerîla şerekî bi piştgiriya teknîkê dimeşîne. Lê ne bi artêşa bipere û nejî teknîkê encamê digire. Teknîk û pere nagihijîne serkeftinê. Artêşa tirk êdî nekare şer bike. Pişta artêşa bi pere ya ku AKP’ê bi rêxisti kir şikest. Yanî bi kurtasî artêşê kontrola xwe wenda kiriye. Li aliyê din mirî û birînda zêde ne. Di vî alî de dewlet û hikûmet zor û zehmetiyeke mezin dikişîne.
Hin kesên ku tecrubeya wan tune, ji bo menfeat û pere vî karî dikin. Artêşa AKP’ê vê îfade dike. ev artêş nekare dikeve pevçûnê jî. Gelek serbaz û generalan ev qebûl nekir. Hikûmeta AKP’ê dibêje qey dê bi vê teknîkê bigihêje serkeftinê. Lê bi ser neket. Teknîk û pere nabe serkeftinê.