Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Artêşa Azad wesayitên ku diçin Rojavayê Kurdistanê desteser dike

Artêşa Azad wesayitên ku diçin Rojavayê Kurdistanê desteser dike

Komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad 10 wesayitên ku benzîn ber bi Rojavayê Kurdistanê ve dibir desteser kirin û berê wan dan devereke ne diyar.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên ji bajarê Reqa yê Sûriyeyê, komeke çekdar a girêdaye Artêşa Azad 10 wesayitên ku benzînê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve dibirin desteser kirin û ber bi devereke ne diyar ve birin.

Beriya niha jî komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad 14 wesayitên ku mazot û benzîn bar kiribûn û berê xwe dabûn Rojavayê Kurdistanê, li herêma Genterî ku li ser riya Reqa û Tiltemirê, desteser kirbûn.

Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Serêkaniyê destdirêjiya komên çekdar a li ser malên gel bersivand, di navbera YPG'ê û komên çekdar de şer rû da. Bi destpêkirina şer re, komên çekdar ên destekê ji Tirkiyeyê digirin hemû riyên ku Rojavayê Kurdistanê bi deverên Sûriyeyê re girêdidin girtin, erzaq û madeyên ferz ji bo jiyana mirovan desteser dikin.

HEMÛ RÊ HATIN GIRTIN

Jixwe dewleta Tirk jî hemû deriyên sînor ên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de girtibûn.Herweha dewleta Iraqê jî rê neda veguhestina alîkariyên ku dihatin şandin. Gelê Rojavayê Kurdistanê ji hukmeta Başûrê Kurdistanê hêvî dikir ku rê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de veke, lê ew jî ji aliyê rêveberiya herêmê ve pêk nehat.

Ev yek jî bû sedema ku gel li Rojavayê Kurdistanê di nava zor û zehmetiyan de bijî, ji ber tunebûna madeyên mazotê û hevîrtirş piraniya firneyên nan hatine rawestandin, her weha şîrê zarokan û derman jî tune ye. Hemû madeyên jiyanê bi zehmetî têne peydakirin.

Her weha gelê Rojava diyar dike ku dê berpirsyariya tengasıyên jiyanê li stûyê rêveberiya Herêma Kurdistanê be.