Artêşa Tirk û çeteyên wê li Şêrewa 9 kes revandin

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li gundê Beiyê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê 9 sivîl revandin.

 Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li navçeya Şêrewa ya Efrînê 9 sivîl revandin. Aqûbeta sivîlên hatine revandin ne diyar e.

Çavkaniyên herêmî, ragihandin ku roja Çarşemê çeteyên Feyleq El-Şam avêtine ser malên li gundê Beiyê ya Şêrewa 9 sivîl revandin.

Navên sivîlên hatine revandin wiha ne: Ezet Behrî (60), Cemal Behrî (53), Mihemed Izet (37), Ezîz Şêx Elî (44), Hedî Osman (26), Omer Ehmed Şêx Elî (45), Ehmed Mehmûd (47), Hisên Omer Elûş (52) ve Mihemed Mistefa Misto (54).

Çavkaniyan anî ziman ku çete di berdêla kesên revandî de ji malbatan ji bo bên berdan daxwaza 200 hezar lîreyê Sûriyeyê dikin.