Artêşa Tirk Serêkaniyê topebaran dike
Artêşa Tirk Serêkaniyê topebaran dike
Artêşa Tirk Serêkaniyê topebaran dike
Artêşa Tirkiyê ji Serêkaniya serxetê bi hawanan serêkaniya Rojavayê Kurdistanê topebaran dike.
Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku hêzên artêşa Tirk ji Serêkaniya Bakurê Kurdistanê taxên Serêkaniya Rojavayê Kurdistan bi hawanan topebaran dikin. Topebaran hîn didome.
Li aliyê din jî komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Cebhet El-Nusra di herêma sînor ya beranberî gundê Ezîziyê û Ebû Son ên li rojavayî Serêkaniyê û li nêzî gundê Til Xelef sînor derbas dikin û wargehên xwe li aliyê Tirkiyê çêkirine û xwe li wir didin ser hev û derbasî Rojava dibin û êrîşan pêk tînin. Her wiha êrîşkar birîndarên xwe di sînorên rastî Ezîziyê û Ebû Son derbasî Tirkiyê dikin.