Artêşa Tirk li Yayladag xendeka 10 km dikole

Artêşa Tirk li navçeya Yayladag a Hatayê di bin navê, ‘astengkirina qeçaxçîtiyê’ de li sînorê Sûriyeyê dest bi kolandina xendeka 10 km kir.

Artêşa Tirk li navçeya Yayladag a Hatayê di bin navê, ‘astengkirina qeçaxçîtiyê’ de li sînorê Sûriyeyê dest bi kolandina xendeka 10 km kir.

Îdîayên ku wê Tirkiye li hember Sûriyeyê tevgera leşkerî bide destpêkirin ku tê axaftin, li navçeya Yayladag a Hatayê di bin navê astengkirina qeçaxçîtiyê de kolandina 10 km xendekê hat destpêkirin. Hat hînbûn ku nîvê xendeka 4 metre kûr û 3 metre fireh qediyaye û tê plankirin ku xendek di demeke kurt de bê temamkirin.

Di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê yên li xeta sînor, sala buhrî jî dîwarê seyar ê 3 kîlometre dirêj û 3 metre bilind hatibû lêkirin.