Artêşa Tirk li 'şerê nav bajaran' mikur hat

ORSAM (Navenda Lêkolînê ya Rojhilata Navîn) ku bi weşana xwe rê nîşanî hikûmeta Tirk û Artêşa Tirk dike, di roporekê de ku Cotmeha 2018'an weşandiye, derbarê konsepta hem li 'şerê li kuçeyan' a dewletê mikurt tê û hem jî behsa pêngavên nû yên pêkan dike.

ORSAM (Navenda Lêkolînê ya Rojhilata Navîn) ku bi weşana xwe rê nîşanî hikûmeta Tirk û Artêşa Tirk dike, di roporekê de ku Cotmeha 2018'an weşandiye, derbarê konsepta hem li 'şerê li kuçeyan' a dewletê mikurt tê û hem jî behsa pêngavên nû yên pêkan dike. Di raporê de ku ji yekîneya Ewlehiyê ya Akamiya Polîsan bi pisporekî dane hazirkirin, behsa wê tê kirin ku Tirkiye ji tecrûbeyên Rojhilata Navîn a bihurî ti encam nestandiye, li Sûrê pir zor lê bûye, divê amûrên çawa werin hilberandin, van deman divê civaka sivîl ber bi dewletê ve were kişandin û her wiha behsa girîngiya xebatên 'sîxurkirin'ê ya li şerê navbajêr tê kirin.

ARTÊŞA TIRK HAZIRIYA ŞERÊ NAV BAJÊR DIKE

Di raporê de bi kurtasî behsa şerê nav bajaran tê kirin, tê diyarkirin ku artêşa Tirk (TSK) şerê nav bajêr ku berê hatibû jiyîn û niha zêdetir ber bi bajêr ve dişemite daye  ber xwe û li ser îhtîmala şerê pêkan a siberojê stratejî û taktîkan pêş dixe, li gel çek û teçhîzatan, talîmnameyan jî nûjen dike.
Di raporê de bi gotina, ''Li Tirkiyê -li tewera xwe mijareke têra xwe nû ye- derbarê şerê nav bajêr hem di lîteratûrê de û hem di pratîkê de gelek kêmasî hene, pir dereng maye ku gavên hewce werin aêtin. Careke dî dupat bûye ku ji hêla TSK'ê ve şerê navbajêr divê li cihekî cihê be'', behsa wan çekan jî hatiye kirin ku di şerê nav bajêr de wê werin bikaranîn.

GIRINGIYA TANGAN  Û ÇEKÊN DÎ YÊN KU WÊ WERIN BIKARANÎN

Di raporê de giringiya tangan tê destnîşankirin û tê gotin li ser mijara bê ka wê kîjan çek werin bikaranîn teqez divê ji tecrûbeya ısraîlê ya 1973'an ku li bajarê Suweyşê û artêşa Rûs 1995'an li Grozniyê jiyayî, TC jî sûd werbigire: ''Divê neyê jibîrkirin ku kapasîteya tangan li nav bajaran di avêtina guleyê de sînordar e. Wiha, dema ku tang têkevin nav avahiyên bilind, lûleyên tangan ji ber sedema kêmasiyên teknîk nikarin wiha bi rengekî karîger guleyan bavêjin her deverê. Mînakên herî baş ku kapasîteya bilindbûna  lûleyan tangan a bilindbûnê li bara tehdîdên ku ji jor ve tên, çendî ne bikêrhatî ne, mirov dikare 1973'an di şerê Israîlê yê Suweyşê de û 1995'an di şerê artêşa Rûs a Grozniyê de bibîne.''

'LI SÛRÊ ZOR LI ME BÛ'

Her wiha di raporê de hatiye gotin TULPAR ku ji hêla Otokarê ve ji bo TSK'ê hatiye çêkirin, wesayita zirxî ya bi palêt ku bi fikra şer wê were nav bajêr hatî hilberandin, hê ne hazir in. Pê re bi gotina, ''Hêzên ewlehiyê yên Tirk dijwariya operasyona têkoşînê ya li nav bajaran, nexasim li kuçeyên teng ên navçeya Sûrê ya Amedê tecrûbe kiriye'' li xwe mikur hatiye. Her wiha tê gotin divê wesayitên hêwişî werin çêkirin. Di raporê de tê gotin, di pêvajoya xwerêberiyê de, ''Tang û wesayitên zirxî ku li qadê bi peywirê bûn, di rewşa şerê navbajêr de, ji bo peywirê ne bi modîfîke bûn û ev kêmasiyeke mezin e'' û tê gotin mekîneyên kar ên zirxî bi hewara wan ve hatine.

SÎXÛRKARÎ ÎSTÎXBARATA HERÎ GIRÎNG E!

Di raporê de tê gotin, di şerê nav bajêr de operasyonên ku li sivîlan ne baldar in, di hêla taktîk de nabe kêmasî ku serkeftî bibin lê ji hêla stratejîk ve divê ev wiha neyê nirxandin û balê dikişîne ser girîngiya xebatên sîxûrkirinê. Li gor vê di şerê wiha de ji ber ku îstîxbarat pir girîng e, tê gotin ku mirov xwedî îstîxbarata kêlîkê û rast be, ji asta taktîk heta bi ya stratejîk li hemû qada şer ji bo mirov bi roleke karîger rabe, divê ji hundir ve xwedî agahî bin.

CIVAKA SIVÎL DIVÊ LI REX DEWLETÊ BE!

Tenê bi vê jî ne sînordar e.  Bi gotinên, ''Şerê nav bajêr ku ji bo Tirkiyê guherîneke mekaniya nû vedibêje,  di nêzîktêdayina ewlehiyê ya Hêzên Çekdar ên Tirk de, dibe ku guherînê bîne.  Lê di vir de meseleya herî girîng e, mijara şerê nav bajêr li gel bûrokrasiya sivîl û leşkerî divê ji hêla akademî û civaka sivîl ve jî were gotûbêjkirin'' behsa wê tê kirin ku weke rêgezeke şerê taybet civaka sivîl rast were rêvebirin û li ser wan jî daxwaz were hilberandin.

DIVÊ PERWERDEHIYÊN TSK'Ê WERIN ZÊDEKIRIN!

Her wiha dîsa li gorî raporê TSK haziriyeke mezin ji bo şerê nav bajêr dike, avaniya xwe jî li gorî vê nûjen dike. Em agahdar dibin ku bi vê çarçoweyê TSK piştî wê biryara ku 2015'an  4 tûgayên piyade yên bi motor veguherandiye ser tûgaya komando, 2018'an jî biryar hatiye standin ku hin yekîneyên leşkerî yên berdest veguherînin ser tûgaya komando, her wiha piştî pêvajoya Tîrmeha 2015'an perwerdehiya 'şerê nav bajêr' a ku didan personelên tûgayên komando hatine zêdekirin û TSK'ê li ser şerê nav bajêr dibistanek jî ava kiriye!

TIŞTÊN KU RAPOR DI SER GUHÊ XWE RE AVÊTÎ

Rapora ku şerê navbajêr ê PKK'ê bi paragrafeke ji kovara Serxwebûnê ya 2011'an, ku kirî paşxana raporê, nîşan dayî, berovajî dike ku Kurdan ev tecrûbe ji Kobanê hîn bûne. Di raporê de ku hewceyî pê neditiye behsa sendroma Nisêbînê bike,  piştî windahiyên zêde ku bi dewletê zor tê li xwe mikur were, dewlet guherînên bingehîn çêkiriye û şîret tê kirin ku siberojê divê bala xwe bide ser vê qadê û ji niha ve divê hem bi şerê taybet û şerê çekdarî hazirî were kirin. Di raporê de tê gotin ji vê hêlê ve hazirî têne kirin...