Artêşa Sûriyeyê li Hemayê 10 Kurd qetilkirin
Artêşa Sûriyeyê li Hemayê 10 Kurd qetilkirin
Artêşa Sûriyeyê li Hemayê 10 Kurd qetilkirin
Artêşa Sûriyeyê ku li bajarê Hema û derdorê wê li dijî muxalîfan operasyon da destpêkirin, li herêma Miherd 10 Kurd qetilkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, şeva din artêşa Sûriyeyê li bajarê Hema û derdorê wê li dijî komên muxalif yên çekdar operasyon da destpêkirin. Di dema operasyonê de li gundê Kefer Hod yê herêma Miherdê 10 Kurd ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin.
Di vê navberê de li heman herêmê gundê Sawa ciwanê binavê Mihmed Nezal (24) yê Kurd mirî hate dîtin. Tê texmîn kirin ku, ew ciwan jî di heman operasyonê de kuştine.