Artêşa Sûriyeyê li bakurê Helebê bi pêş de diçe

Artêşa rejîma Baas a Sûriyeyê, xwe nêzî bajarokên Nubil û Zehra yên li bakurê Helebê kir.

Ji roja 1'ê Sibata 2016'an û vir ve hêzên rejîmê bi alîkariya balafirên şer ên Rûsiyayê li herêma Bakurê Helebê dest bi operesyonekê kiriye. Di çarçoveya operesyonê de hêzên rejîmê duh bajarokê Hirdetnên û gundên Til Cibîn û Diwêr El-Zeytûn ji destê komên çekdar girtin. Bi vê yekê re tenê 3 km li pêşiya wan dimîne ku xwe bigihînin bajarokên Nubil û Zehra yên li bakurê Helebê û başûr rojhilatê Efrînê.

Bajarokên Nubil û Zehra yên bakurê Helebê ku piraniya şêniyên wan Şîa ne, ji havîna 2012’an ve di bin dorpêça komên çekdar de ne.