Artêşa Sûriyeyê 95 ji sedî yê Xota Rojhilat kontrol kir

Hate îdîakirin ku artêşa Sûriyeyê nêzî temamiya Xota Rojhilat kontrol kiriye ku ji meha Sibatê ve operasyonê lê dike.

Li gorî daxuyaniya artêşa Sûriyeyê, gelek bajar û bajarokên li Xota Rojhilat ku li rojhilatê paytext Şamê ye, hatine kontrolkirin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ku navenda wê li Londonê ye, herî kêm 94 ji sedî yê herêmê ji aliyê artêşê ve hatiye kontrolkirin.

Li gorî nûçeyeke ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) ku êvarê hate weşandin, Xota Rojhilat bûye du parçe û yekîneyên dawî yên çekdar ên li beşa rojava mane bi otobusan ji herêmê derketine. Hate ragihandin û ev kesên piraniya wan ji komên Îslamî ne berê xwe dane Îdlibê.

Li Xota Rojhilat di operasyonên artêşa Sûriyeyê yên dijî komên Îslamî yên tund de, tê gotin ku herî kêm 1600 kes mirine. Tê texmînkirin ku herî kêm 130 sivîl ji herêmê reviyane.