Artêşa Sûriyeya Azad: Em dikarin bi hêzên rejîmê re bibin yek!

Artêşa Sûriyeya Azad: Em dikarin bi hêzên rejîmê re bibin yek!

Hat îdîakirin, Artêşa Sûriyeya Azad (ASA)  daye xuyakirin ku di têkoşîna li dijî El Qaîdeyê de ew dikarin li refên yekîneyên ser bi rejîma Beşar Esad re şer bikin.

Rojnameya Independet cihekî berfirek ji mijarê re veqetand û nûçeya xwe sipart daxuyaniya nivîskî ya Fermandarê Artêşa Sûriyeya Azad General Selîm Îdrîs a li Stenbolê. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku Artêşa Sûriyeya Azad, di serî de koma bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê li dijî hemû çekdarên ser bi El Qaîdeyê, di pêşerojê de dikare beşdarî yekîneyên rejîmê bibe. Balkêşe ku ev daxuyanî beriya civîna Cenevre-2 hat dkirin.

Tê gotin ku welatên Rojavayî ji "cîhadperestên" diçin Sûriyê bi fikarin û di heman demê de ditirsin ku ev welat veguhere gefeke "terorê". 

Rojnameyê cih da nêrînên payebilindekî îstîxbaratê yê Rojavayî û bibîr dixîne ku di vê şaşiyên li Lîbya û Iraqê neyên dûbarekirin. Hat destnîşankirin ku valahiya ewlekariyê ya bi hilweşîna hikûmetên li van welatan re derket holê, ji aliyê komên radîkal ve hat dagirtin.

Rojname di nivîsa xwe de dibêje, "Mûxalîfên nerm di serî de Îngilîstan hêzên Rojavayî tawanbar dikin ku cesaretê nadin gel ji bo li dijî rejîmê rabin ser piyan û ti gavan neavêjin. Li aliyê din komên mîna Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê, Eniya El Nûsra bi alîkariya pere û çekan a Qatar, Erebîstana Siûdî û welatên din ên Kendavê xurt dibin."

Rojnameya Timesê jî nûçeyeke bi heman rengî weşand û diyar kir ku bi tirsa çekê bikeve destê komên radîkal, Rojava çekan naşîne ji mûxalîfan re. Rojnameyê îdîa kir ku general Îdrîs dlijberiya xwe ya li hemberî koma herî xetere ya li dijî "Esad" Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê, nîşan daye. 

BI SEDAN KOM HENE

Bi dehan komên ser bi Artêşa Sûriyeya Azad di dema pevçûnên li Sûriyê de yan beşdarî El Qaîdeyê bûn yan jî bi El Qaîdeyê re tevgeriyan. Di demên dawî de herçend agahî tê ku li hin herêman di navbera hêzên El Qaîde û ASA de pevçûn derdikevin jî li gelek herêmên din bi hev re tevdigerin. Li Sûriyeyê ku zêdeyî hezar kom derketin holê, gelek kom li dijî mirovahiyê gunehan dikin, gelek ji wan talanî, dizî û ji bo pereyan mirovan direvînin. Bi demê re bandora komên ser bi ASA kêm bû û komên El Qaîdeyî hêza xwe zêde kirin. El Qaîde bi taybetî ji Tirkiye û Erebîstana Siûdî piştgiriyê dibîne.