Arşîva Çapemeniya Azad li ser weşana dîjîtalê ye

Arşîva Çapemeniya Azad ji weşana dîjîtal re hate vekirin.

ARŞÎVA ÇAPEMENIYA AZAD

Ev arşîv ji Platforma Dîjîtal a Çapemeniya Azad pêk tê. Ev arşîv arşîveke dîjîtal a weşanên kevneşopiya çapemeniya azad pêşkêş dike û armanc dike ku dîrok, berxwedan û çanda gelê Kurd belge bike.

Di arşîvê de weşanên cur be cur ên mîna “Berxwedan,” “Polîtîkaya Kurdî”, “Serxwebûn” û “Yenî Ozgur Polîtîka” cih digirin.

Mirov dikare li ser beşa lêgerînê ya arşîvê, bi hêsanî xwe bigihîne weşana her pêvajoya ku bixwaze.

Ev platform ji bo belgekirina têkoşîna azadiyê û dîroka medyaya Kurd, çavkaniyeke girîng pêşkêş dike.

Di beşa ‘têkildarî me’ de jî ev tişt tên diyarkirin:

“Ji bo tecrûbe û kevneşopiya Çapemeniya Azad ku bi berdêl û xwedî derketinek mezin heta roja îro hatiye, ji tevahiya cîhanê re ragihînin em vê platformê bi we re parve dikin. Arşîva Çapemeniya Azad ku ji berhemên me yên nivîskî yên li Ewropayê hatine weşandin pêk tên, bi gel, jin û hemû bindestan re bi rengekî bêsînor û bêberdêl parvekirin, helbet me kêfxweş dike.

Bi vê xebata xwe em di wê baweriyê de ne ku li gel astengî û sansurê jî wê çapemeniya azad bi ruhê xwe yê têkoşer ê bêsînor bi awayekî dîjîtal bigihêje hemû deverên cîhanê.

Wê ti tiştek di tarîtiyê de nemîne…

Ti tiştek wê nekaribe rêwîtiya me ya ber bi heqîqetê ve asteng bike…

Em hêza xwe ji heqîqet û rastiyên xwe digirin…

Em li ser rêya heqîqetê ya şehîdên xwe yên Çapemeniya Azad Apê Mûsa, Huseyîn Denîz, Enver Polat, Ferhat Tepe, Yahya Orhan, Cengîz Altûn, Gûrbetellî Ersoz, Kasim Engîn, Seyît Evran û gelek şehîdên din dimeşin û dê vê rêyê berdewam bikin.

PLATFORMA DÎJÎTAL A ÇAPEMENIYA AZAD"

Hûn li ser lînka jêrê dikarin xwe bigihînin:

https://ozgurbasinarsivi.net/