Arnaldo Otegi, biryara Ocalan û gelê kurd silav kir
Arnaldo Otegi, biryara Ocalan û gelê kurd silav kir
Arnaldo Otegi, biryara Ocalan û gelê kurd silav kir
Girtiyê siyasî yê berdevkiya partiya qedexekirî ya Batasuna ya Spanyayê dikir Arnaldo Otegî, ji bo gelê kurd û Ocalan ji girtîgeha Logrono peyam şand.
Arnaldo Otegî d peyama xwe de diyar kir ku ji ber biryara wêrek ya gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew pîroz dikin.
Otegî ji bo azadiya gelê kurd pêk were, serkeftin xwest û wiha got: “Di vê rê de em dê bi we re di nava piştevaniyê de bin.”
Otegî yê 55 salî ji bo serxwebûna welatê Baskê têkoşîna siyasî meşand. Zewicî û bavê du zarokan e. Di sala 1977’an de ji ber têkoşîna xwe ya bin banê ETA’yê sûrgunê Fransayê hat kirin. lê li wir jî hat girtin û di 1987’an de teslîmê Spanyayê kirin. Otegî yên ku li Madrîdê hat darizandin 6 salan rastî ceza hat û di 1990’an hat berdan. Li eyaleta Alava a welatê Baskê paytexta Gazteîz (Vîtorîa) di hilbijartinên cotmeha 2004’ê de ket parlmentoyê. Di 1997’an de wek encamê lijneya rêveberiya Batasuna hat hilbijartin. Di cotmeha 1998’an de dîsa di hilbijartinên parlamentoyê de hat hilbijartin.
Partiyên Herrî Batasuna, Euskal Herrîtarrok û Batasuna bi rêzê hatin girtin qedexekirin û di mijdara 2004’an de dema deklarasyona Anoeta ya hîmê çareseriya pevçûna Bask vedigot hat aşkerkirin. Der barê Arnaldo Otegî de doz hatin vekirin. Di 2005’an xistin girtîgehê. Di 27’ê nîsana 2006’an de 15 meh ceza girt. piştre hat berdan û di 13 cotmeha 2009’an de dîsa hate girtin. Otegî hêj li girtîgeha Logrono girtiye.