Sayyîgît anî ziman ku 25 sal in tecrîdeke girankirî li Abdullah Ocalan tê ferzkirin û got, hem weke Parlamenterên Partiya Çepên K esk hem jî weke aktîvîstên TJA'yê ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan dest bi kampanyayekê kirine.
Sayyîgît diyar kir ku kampanya wê ji bo 6 mehan be, heta 8'ê Adarê dewam bike û got, "Hîmê esasî yê vê kampanyayê polîtîkaya tecrîdê ye ku li ser Abdullah Ocalan tê ferzkirin û di heman demê de li nava civakê bi temamî hatiye belavkirin. Bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re tê xwestin ku bicihhatina fikrên wî bê astengkirin. Lewma tecrîda mutleq a girankirî tê ferzkirin. Pêkhatina hevdîtinan tê wê wateyê ku bi fikrên Abdullah Ocalan hem ji bo gelên Tirkiyeyê hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn dawî li vî şerî bê anîn û aştî bê pêkanîn. Ji ber vê yekê jî di serî de jin, ji bo dawî li vê tecrîdê bê anîn û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were em ê karên gelekî cidî bikin. Yek ji armancên me yên bingehîn ev e."
'MEJIYÊ ME JÎ HATIYE TECRÎDKIRIN'
Sayyîgît ragihand ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê ferzkirin li nava tevahiya civakê hatiye belavkirin û wiha dewam kir: "Tecrîd veguheriye rewşeke welê ku êdî hewl didin mejiyê me jî tecrîd bikin, li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan gihîştiye asta herî bilind, siyaseta demokratîk jî tê astengkirin. Em baş pê zanin ku ev polîtîkayên tecrîdê şer bi xwe re tîne û polîtîkayên şer kûr dike. Bidawîkirina polîtîkaya tecrîdê wê aştiyê bi xwe re bîne. Yek ji qadên esasî yên têkoşîna me ev e. Ji bo polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin, ji bo di destûra bingehîn a nû de mafên Kurdan bêne misogerkirin karê me wê dewam bikin."