ARK: Endamê TCŞ'ê Mazlûm Fatim jiyana xwe ji dest daye
ARK: Endamê TCŞ'ê Mazlûm Fatim jiyana xwe ji dest daye
ARK: Endamê TCŞ'ê Mazlûm Fatim jiyana xwe ji dest daye
Asayîşa Rojavaya Kurdistan (ARK) bi daxuyaniyekî nivîskî li ser endamê asayîşê yê di teqîna bajarê Çilaxa jiyan xwe ji destbû weşand. Di daxuyaniyê hate dest nîşan kirin endamê wan yên li ser banga seferberiya giştî ji nava Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdariya nava asayîşê bibû Mazlûm Fatimê jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniya nivîskî de ji malbata Fatimê û ji gelê Kurd sersaxî hate xwestin.
Asayîşa Rojavaya Kurdistan bi daxuyaniyekî nivîskî ragiyanda ku di teqîna li Çilaxa de endamê wan Mazlûm Fatimê yê li ser seferberiya giştî ji nava Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdarî nava asayîşê biye jiyana xwe jidest daye. Di daxuyaniyê Asayîşa Rojavaya Kurdistan diyar kir ku li ser seferberiya hatiye îlan kirin bi dehan endamên tevgera Ciwanên Şoreşger tevlî nava hêzên ewlehî bûne. Di daxuyaniyê de hete bibîrxistin ku berî niha dîsan li herêma Çilaxa di endama teqînekî de endamên tevgerên ciwanan Berîtan û Canfeda jiyana xwe ji dest dabûn.
Di daxuyanî wiha domand: “Rêheval Mazlûm ji nava Tevgera Ciwanên Şoreşger li ser banga seferberiya giştî tevlî nava asayîşê bibû. Zanîngeh dixwend. Mirovekî fedakar bû, dinava karê asayîş de rola xwe bi layîqî pêk têanî. Hevalekî pirr dil nizim, her timrûken, heta dawî paqij bû. Tu cara dikarê xwe de îhmal nedikir û her tim ji karê herî zahmet re jî amade bû. Gelekcara daxwaz dikir ku li cepha herî pêş şer bike.”
Asayîşa Rojavaya Kurdistan di daxuyaniyê de dazanîn wan li ser bûyerê lêkolîn daye destpêkirin û encamê ji bo rayagiştî ragihînin.