Arinç, sala 2006’an gotiye 'Bila Diyanet bê rakirin’
Parlamenterê AKP’ê yê Bûrsa û berdevkê hikûmetê Bulent Arinç dema Serokê Meclîsê bû, ji bo Serokatiya Karên Diyanetê gotiye, “Li welatekî laîk nabe.”

Li gor nûçeya 6’ê Gulana 2006’an a di rojnameya Milliyet de, Arinç pêşniyar kiriye ku Serokatiya Karên Diyanetê rabe, ji meaşên meleyan heta mesrefên mizgeftan bi rêya weqfan bila bê bicihanîn.
Li gor nûçeya rojnameyê, Arinç ê ji televîzyona ATV re axixiye, têkildarî ji nû ve şîrovekirina laîktiyê jî nêrînên xwe aniye zimên. Arinç wê rojê gotiye: “Li welatê bi rastî laîk, Serokatiya Karên Diyanetê nabe, divê nebe. Li Tirkiyeyê di rastiyê de pêwîst e saziya Serokatiya Karên Diyanetê bê rakirin. Ji meaşên meleyan heta mesrefên mizgeftan bi rêya weqfan bila bê bicihanîn.”