Aras Şengal hate oxirkirin
Aras Şengal hate oxirkirin
Aras Şengal hate oxirkirin
Şervanê YBŞ’ê Aras Şengal ku di 24’ê Îlonê di encama êrîşa alîgirê Kasim Şeşo de jiyana xwe ji dest da, di 25’ê Îlonê de li Şerfeddînê ku ji bo Êzidiyan cihekî pîroz e bi merasîmê hate definkirin.
Şervanê YBŞ’ê Aras Şengal (Ehmed Xelef Bapîr) ku di 1986’an de li Şengal-Sînunî hate dinê piştî perwerdeya xwe ya şervaniyê girt, di 24’ê Îlonê de çû serdana Şerfeddîn. Lê li wir di encama gulebarandina alîgirên Qasim Şeşo de jiyana xwe ji dest da.
Di 25’ê Îlonê de şervanên YBŞ, gerîlayên HPG’ê, YJA-Star û şervanên MLKP’ê merasîmek pêk anîn. Di merasîmê de fermandara YBŞ’ê ya Êzidî Helîn Şengal axaftinek kir. Helîn di axaftina xwe de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Duh êvarê hevalê me yê ku nû perwerdehiya xwe qedandibû bi armanca ziyaretkirina cihê pîroz Şerfeddînê hatine û vir ji ber ku kêfa wan di cih de bûye, çend gule berdane hewa. Li dijî van guleyan alîgirên Qasim Şeşo gule berdane û yek li hevalê me Aras Şengal dikeve. Ev bû şehîdê me yê sêyemîn. Ji ber ku ev şehadet cuda ye êşek mezin dide me. Lê em soz didin ku em ê vê bûyerê lêkolîn bikin. Em ê xeyalên heval Aras pêk bînin. Em hemû şehîdan bi bîr tînin."
Piştî merasîma leşkerî şervanê YBŞ’ê Aras Şengal teslîmî malbatê hat kirin.