Aqûbeta Soçiyê hê jî ne diyar e

Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê, ku Rûsya ji bo tevî Tirkiye û Îranê piştî şer li Sûriyeyê bibin xwedî hikum xist rojevê û tevî Kurdan ji aliyê gelek koman ve tê boykotkirin, dest pê kir.

Konferansa li Soçî ji bo îro û sibe tê plankirin û çav li rê ye ku danûstandinên bingehîn sibe bên kirin. Mijara beşdarên konferansê heta kêliya dawî jî ne diyar bû. Ji bo kongreyê qala 1600 kesî dihate kirin, lê ne diyar e bê çiqas tevlî bibe.

Tê gotin, heta niha herî kêm 500 rojnamevanan ji bo konferansê akredîtasyon kirine. 38 ajansên nûçeyan û 78 qenalên televîzyonê wê konferansê bişopînin.

Di nûçeyeke rojnameya Kommersantê de ku beriya konferansê hate weşandin, hat destnîşankirin ku "tevlîbûna li Soçî hê nediyar e" û hat bibîrxistin ku tevî Kurdan wê Komîteya Danûstandinan a Bilind a Sûriyeyê (HNC) tevlî nebin.

Tê gotin, tenê nûnertiyên li Rûsya û Misrê tevlî konferansê bibin.

Tevî gelek welatan wê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra jî wê tevlî bibe. De Mîstûra ragihandibû ev konferans tenê dikare 'tevkariyeke girîng' li danûstandinên Sûriyeyê bike, lê nikare bikeve şûna danûstandinên li bin sîwana Neteweyên Yekbûyî.

Pêkhateyên demokratîk ên bi pêşengiya Kurdan ku mûxalefeta herî girîng a li Sûriyeyê ye, piştî ku dagirkirina Efrînê ji aliyê Rûsyayê ve hate erêkirin, dabûn xuyakirin ku wê tevlî Soçî nebin. Wekî din, li gorî hin agahiyan çend ji partiyên Kurd ên li derveyî rêveberiya demokratîk ji ber dagirkirina Efrînê tevlî Soçiyê nabin.

Li Soçiyê cihê ku ji gel û baweriyên li derveyî Ereban re hatiye veqetandin jî balê dikişîne. TevÎ ku 20 ji sedî yê nifûsa Sûriyeyê ne, di nava kesên hatine vexwendin de 90 ji sedî tenê Ereb in.

Çav li rê ye ku danûstandinên bingehîn sibe dest pê bikin. Balkêş e ku heta kêliya awî jî li ser hejmara vexwendiyan de agahî nehatiye dayin.

Ev konferans ji aliyê Rûsyayê ve bi Tirkiye û Îranê re tê lidarxistin. Tê gotin, ji ber ku Tirkiye timî lîsteya beşdaran diguherîne, heta kêliya dawî jî navê beşdaran nehatiye eşkerekirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zakharova hefteya derbasbûyî li vê mikur hatibû û gotibû, lîsteyen beşdaran her roj diguherin.

Tê gotin, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê wê bandoreke neyînî li konferansê bike.

Li gorî nûçeya rojnameya Le Monde, pisporê Rûs ê li ser Rojhilata Navîn Anton Madrasov diyar dike ku bi dagirkeriya Efrînê re Rûsyayê zext li Kurdan kiriye ku bikeve bin 'bandor-parastina' wan. Madrasov destnîşan dike ku tevlînebûna Kurdan û HNC'ê dikare Soçiyê pûç bike.