'Tirkiye bi ser bikeve dibe ku tevî Azerbaycanê li Îranê bidin'

Dîplomatê kevn û siyasetmedar Îşxanê Aslan Ankosî bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiyeyê şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê da destpêkirin. Ankosî got,” Dibe ku Tirkiye tevî Azerbaycanê êrîşî Îranê bike.”

Ji ber zextên Tirkiyeyê Azerbaycanê êrîşî hêzên Ermenistanê yên li Qerebaxê kiribû û şerê li wir dest pê kiribû, didome. Ji ber ku Tirkiye yekser tevlî şer dibe, hêzên navneteweyî bertekê nîşanî Tirkiyeyê didin.

Siyasetmedarê Kurd, yek ji dîplomatê Serdema Yekîtiya Sovyetê û avakarê Kurdistana Sor Îşxanê Aslan Ankosî derbarê vî şerî daxuyaniyên girîng da. Ankosî diyar kir ku her çiqasî şer li Qerebaxê didome jî Tirkiye di serî de hemû hêzên navneteweyî di nav vî şerî de ne û armanca wan bidestxistina çavkaniyên herêmê ye.

‘JI KURDAN HATE DIZÎN’

Ankosî diyar kir ku şerê li Qerebaxê 32 sal in didome û ev herêm Baku jî di nav de axa Medan e û got, “Şerê li Qerebaxê 30-32 sal in didome. Ermenistan dixwaze bi rêyên leşkerî Qerebax bi Ermenistanê were girêdan. Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê Kurdistana Sor hebû. Azeriyan di salên 1930’î de ew ji holê rakirin. Piştre Ermenan bi mecbûrî ji bo Kurdên li Qerebax, Laçîn û gundên girêdayî wê li herêmê otonomiyek ava kir û xwest rêveberiyekê çêbike. Qerebax, Bakur û derdora wê ya ku em jê re dibêjin Kurdistana Sor girêdayî Konfederasyona Medan bû û ji wir de digotin Medyaya Biçûk. Navê Bakuyê jî Bakurê Jor bû. Ev der ji Kurdan hate dizîn û jixwe wekî her demê Kurd jî xwedî lê derneketin an jî nikarin xwedî lê derkevin, ev dikare were nîqaşkirin. Hate gotin wê Kurdistana Sor wekî herêmeke otonom were naskirin. Piştre dema di navbera Azerbaycan û Ermenistanê şer derket, hêzên navneteweyî zext li ser Ermenan kir, Ermen ji bo sekinandina van zextan ev plan dan sekinandin. Piştî sê çar mehan dema rewş aram bû, Ermenistan xwedî li vê sozê derneket.”

KESÊN HATINE ASÎMÎLEKIRIN

Ankosî diyar kir ku tevî Vekîl Mûstafayev ji bo vejîa Kurdistana Sor wan di salên 1992’î de xebat kirine û Kurdistana Sor a ku hatibû îlankirin ew jî wezîre parastinê bû. Ankosî got ku, “Vekîl Mûstafayev hate ba min û got ‘Divê tu piştgiriyê bidî min’. Dema mesele Kurd û Kurdistan be min jî qebûl kir. Lê leşkerên me ne zêde bûn, ne çekên me hebû û ne jî gelê me hişyar bû. Tu kesî piştgirî nedida Kurdên li Sovyetê, nedixwestin werin Kurdistana Sor. Dema Ermen hatin ser Kurdistana Sor û Laçînê, Kurdan dev ji wir berdan û çûn aliyê Azerbaycanê. Hemû asîmîle bûn, zimanê xwe ji bîr kirin. Berê jî digotin li Azerbaycanê 2 milyon Kurd hene lê a niha li Azerbaycanê tu kes xwe Kurd nabîne û 20, 30 Kurd mane ku welatparêz in.”

Ankosî diyar kir ku meseleya Qerebaxê ne bi tenê ya di navbera Ermenistan û Azearbaycanê ye û Tirkiye di serî de hêzên navneteweyî jî di nav de ne. Ankosî got ku “Hêzên di nav vî şerî de dixwazin axa Kafkasyayê têxin bin kontrola xwe. Kafkasya, Mezopotamya û Kurdistan di nîveka vî tiştî de ne û hemû welatên dinyayê li ser vî tiştî ji xwe re hesaban dikin. Hemû rêyên bazirganiyê li ser vî tiştî ne. Ev tişt bi qasî ku siyasî ye, navenda bazirganiyê ye jî. Yek jî ji ber petrol û gazê ev ax bi qîmet e. Li ser petrola Kurdistan û Azerbaycanê hesaband ikin. Tu kes hesabê gelên Azerbaycan û Ermenistanê nake. Çavê hemûyan li çavkaniyên dewlemend ên di binê erdê de ye.”

‘ERDOGAN ŞER DA DESTPÊKIRIN’

Ankosî diyar kir ku hêzên dixwazin Kafkasyayê têxin bin kontrola xwe, dema dor li wan teng dibe, pirsgirêkên li herêmê zindî dikin, piştî ku hêzan bera ber hev didin siyaseta xwe dikin û got, “Herî zêde jî Erdogan vî tiştî dike. Mesela Tirkiye û Erdogan hatin Azerbaycanê û wekî ku ji hemû kesan zêdetir ew bi Azerbaycanê ne. Dewleta Tirk û Erdogan ev şer da destpêkirin. Pê re jî Erdogan êrîşî axa Sûriyeyê kir, êrîşî Rojava kir. Bi piştgiriya Sûriye û Rûsyayê êrîşî Efrîn û Serêkaniyê kir.Dibêjim qey karê Pûtîn û Rûsyayê bi Erdogan re qediya û ji bo ku wan deran bidin Rûsyayê zextan li Tirkiyeyê dike. Erdogan jî ji ser Qerebaxê dixwaze zextan li Rûsyayê bike. Tirkiye dizane ku Rûsya piştgiriyê dide Ermenistanê û gelek hêz jî bi Ermenistanê re ne. Ji ber vê jî Tirkiye ji ser meseleya Qerabaxê dixwaze peyamê bide hêzên navneteweyî yên li dijî xwe.

PLANA GAZ Û PETROLÊ HEYE

Petrol û gaza Azerbaycanê ji ser Gurcistanê diçe Tirkiyeyê û ji wê derê jî difiroşin welatên li Rojava. Tirkiye dixwaze gaza xwezayî ya Tirkmenistanê jî bi dest bixe û têxe bin kontrola xwe. Mesele ne bi tenê ya Qerebax û şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê ye. Kesên petrol û gaza Kafkasyayê bi dest bixe, wê beşek mezin a Rojhilata Navîn di bin kontrola wan de be. Ev wê dirêj biajo. Wekî Kurdan gotî, wê ev hevîr gelek avê rake.”

DIBE KU ÎRAN JÎ TÊKEVE NAV ŞER

Ankosî diyar kir ku heke Erdogan bi ser bikeve, dibe ku tevî Azerbaycanê êrîşî Îranê jî bike û got , “Ne bawer im Îran mudaxilî vê meseleyê bibe. Îran her dem li derve şer meşandiye û dibêje ‘Ez encax dikarim sînorê xwe biparêzim’ . Li bakurê Îranê Azerî hebin jî ne bawer im Îran têkeve nav vî şerî. Di nav sînorên Îranê de Kurd û Azerî hene, dibe ku di siberojê de di navbera gelan de şer çêbibe. Heke Erdogan bi ser bikeve, dibe ku tevlî Azeriyan li Îranê bide.

Erdogan û dewleta Tirk li Sûriyeyê hemû çeteyên Kurd kuştine, li ba xwe kom kiriye û pereyên ji hemwelatiyên xwe distîne, dide van çeteyan û çeteyan dide şerkirin. Ji bo çi? Ji bo pêkanîna xeyalên Osmanîtiyê û dîktatoriya xwe vî tiştî dike.”