ANF li Hewîce ye: Agahiyên destpêkê yên li ser operasyonê

Fermandarê Heşdî Şabî li ser operasyona Hewîceyê ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, ku operasyon wê qonax bi qonax were meşandin. Ji fermandarên operasyonê Amîd Hemîd got, ew parêzvanên tevahiya axa Iraqê ne.

Artêşa Iraqê, polîsê federal ê Iraqê û hêza milîs a Şîa Heşdî Şabî, ji bo navçeya Hewîce ya Kerkûkê, ku ji Tîrmeha 2014'an û vir ve di bin kontrola DAIŞ'ê de ye, duh bi şev dest bi operasyonê kirin. Nûçegihanên ANF'ê, amadekarî û rêveçûna operasyonê ji hêzên operasyonê yên li eniya başûrê rojava pirsîn. Hat ragihandin, ku operasyona navçeya Hewîceyê ya bi polîtîkaya 'Erebkirinê' ya serdema Seddam Huseyîn re Erebên Sûnî lê hatin bicihkirin, wê qonax bi qonax were meaşndin. Operasyon ji Şerqatê hate destpêkirin, ku li rojavayê navçeyê ye.

Li başûrê rojava yê navçeyê, hêza milîsên Şîa Heşdî Şabî ku di bin sîwana artêşa Iraqê de ye, cih digire. Ji bo agahiyan li ser operasyonê werbigirin, me berê xwe dan gundê Cidadê yê Hewîceyê. Fermandarê Lîwayî Ehrari Iraq a Heşdî Şabî Xebat Menmî anî ziman, ku ew li gel artêşa Iraqê tevdigerin û li dora nehiya Beşîr a li başûrê Kerkûkê hatine wezîfedarkirin.

Menmî anî ziman, ku ji bo operasyona Hewîceyê hemû amadekarî qediyane û got, "Em ji vê eniyê hê neketine nava liv û tevgerê. Em li benda fermana artêşa Iraqê ne. Ji odeya operasyonê kengî ferman hat, em ê bikevin nava tevgerê. Niha li Şerqatê dewam dike. Operasyona me qonax bi qonax dewam dike."

Fermandarê Lîwa Sêyemîn a Heşdî Şabî Şêx Nayîf Ehmed jî diyar kir, ku hêza wan ji bo operasyona Hewîceyê berî salekê ava bûye. Ehmed got, "Hêzeke me ya ku bi qasî 2 hezar kesî heye. Hêza me ji Kurd, Ereb û Tirkmenan pêk tê. Bêyî cudahiyê bixin navberê, em dixwazin axa Iraqê ji DAIŞ'ê paqij bikin."

Fermandarê eniya Cidadê Amîd Hemîd jî anî ziman, ku ew parêzvanên tevahiya axa Iraqê ne û got, "Em fermanê tenê ji artêşa Iraqê digirin. Li gorî fermana wan em tevdigerin. Em tevgereke qewmî ya jî mezhebî nînin."

Her komên li nava Heşdî Şabî, ku bi rengekî çalak cihê xwe di operasyonê de digirin, her yek bi ala xwe tevlî dibin. Li eniya şer jî, li ser her malê ala komeke cuda li ba ye.

KOMÊN HEŞDÎ ŞABÎ

Piştî ku DAIŞ'ê di nava sala 2014'an de Mûsil, Enbar, Tîkrît û gelek herêmên Sûnî yên Iraqê bi dest xist, 13'ê Hezîrana 2014'an bi banga 'cîhadê' ya otorîteyê olî yê Şîa yê li Iraqê Ayetûllah Alî Sîstanî, yekîneyên Heşdî Şabî ava bûn.

Heşdî Şabî 13'ê Hezîrana 2014'an bi awayekî fermî ava bû û tevî artêşa Iraqê tevlî operasyonên Ramadî, Fellûce, Tîkrît û Mûsilê yên li dijî DAIŞ'ê bû.

Di dema operasyona rizgarkirina Mûsilê de ku 17'ê Mijdara 2016'an dest pê kir, roja 26'ê Mijdara 2016'an qanûnek ji Parlamenta Iraqê hate derxistin û statuya fermî ya "hêza parastinê ya fermî ya Iraqê" ji Heşdî Şabî re hate dayin.

Piştî ku cihê xwe di nava artêşa Iraqê de girt û mehane 300 heta 600 dolarî mehane ji endamên wê re hate dayin, tevlîbûna li nava Heşdî Şabî zêde bû. Tê texmînkirin ku hejmara wan ji 150 hezar 200 hezarî ye.

DU ENIYÊN XWE YÊN BINGEHÎN HENE

Heşdî Şabî, ku ji zêdeyî 70 rêxistinan pêk tê, di nava xwe de du eniyên bingehîn hene. Li nava baskê yekemîn, rêxistinên nêzî Îran, Hîzbûllah û Malîkî hene, li baskê din jî rêxistinên xwe nêzî lîderê dînî yê Şîa Muqteda Es Sadr ê xwe ji Îranê vedigire û Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî hene.

Tûgayên Bedir, Ketîbeya Hîzbûllah û Maf Esayîb Ehlûl serkêşiya komên alîgirê Îranê ne, dikin. Di nava komên alîgirê Sadr û Ebadî de komên ji kevneşopiya artêşa Mehdî tên, cih digirin.