Andre: Erdoğan derewan dike, li Efrînê paqijiya etnîkî tê kirin!

Rojnamevanê Fransî Jeremy Andre ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê dişopîne diyar kir ku Erdoğan derewan dike û got, "Dewleta Tirk li Efrînê paqijiya etnîkî dike."

Rojnamevanê Fransî Jeremy Andre ku ji bo şopandina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bişopîne çû Efrînê, ji ANF'ê re qala çavdêriyên xwe kir. Andre diyar kir ku ew bi konvoyeke sivîl a ji 1.500 kesî çû Efrînê, lê balafirên şer êrîşî wan kirin û sivîlekî jiyana xwe ji dest da, gelek jî birîndar bûn.

'ERDOĞAN DEREWAN DIKE'

Andre anî ziman ku ew çû gelek gundên Efrînê û got, "Her gund, bajarok û navçeyên ku em çûnê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve dihatin bombekirin. Gelek birîndar li nexweşxaneyan hebûn; di nava wan de gelek zarok û mirovên ku birîna wan giran bû hebûn. Ji xwe ez bi konvoyeke sivîl çûm Efrînê. Jİ ber êrîşa hewayî sivîlekî jiyana xwe ji dest da, gelek kes jî birîndar bûn. Berevajî îdîayên Erdoğan di konvoyê de çek an jî şervan ti nebûn. Bi temamî sivîl bûn. Dewleta Tirk gelek sivîl kuşt. Min gelek êrîşên bi vî rengî dît. Cihê ku bombe lê hatin barandin, cihê sivîlan bûn. Dixwestin ku sivîl ji wir birevin."

Rojnamevan Andre bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk rexne kir û got, "Ji ber ku Tirkiye bi şandina koçberan gefê dixwe, dewletên rojavayî helwestê nîşan nadin. Neteweyên Yekbûyî jî bi heman rengî tevdigere. Dewletên rojavayî bûne êsîrê Tirkiyeyê."

'PAQIJIYA ETNÎKÎ!'

Rojnamevanê Fransî Jeremî Andre herî dawî got, "Gef li mirovên li wê derê tê xwarin. Li Efrînê mozaîka gelan heye; Kurd, Ermenî, Êzidî, Çerkes, Elewî, Xiristiyan... Li Şengalê DAÎŞ'ê êrîşî Êzidiyan kir. Îro jî gundên Êzidiyan ên li Efrînê bûne hedefa komên Îslamî yên bi heman rengî. Tirkiye bi mejiyekî paqijkirina etnîkî êrîşî Efrînê dike. Ya ku îro li Efrînê diqewime ev e."