Amûdiyan fermandara PKK’ê Bêrîtan bibîr anîn
Amûdiyan fermandara PKK’ê Bêrîtan bibîr anîn
Amûdiyan fermandara PKK’ê Bêrîtan bibîr anîn
Yekîtiya Star li Amûdê bi armanca bîranîna yek ji fermandarên PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ku di sala 1992’yan de di şerê bi Tirkiyê û PDK’ê re de bi çalakiya xwe di dîroka kurdan de cihekî girîng girt, civînek lidar xist.
Civîna ku li gundê Girê Fêris bi beşdariya dehan jinan hate lidarxistin, bi rêzgirtinê destpê kir. Endama Yekîtiya Star Ruken Cûdî ku di civînê de axivî, bal kişand ser têkoşîna Bêrîtan û da zanîn ku Bêrîtan bûye sembola jina têkoşer a kurd.
Ruken Cûdî anî ziman ku îro jinên Rojava li ser xeta Bêrîtan têkoşîna azadiyê dimeşînin û gihîştine asteke girîng.
Civîn bi pirs û bersivan bidawî bû.