Amîn: Divê NY mudaxaleya leşkerî bike

Amîn: Divê NY mudaxaleya leşkerî bike

Parlamenterê Partiya Keskan ê Swêdê Jabar Amîn ku bi armanca piştgiriyê bide gelê Kobanê û şervanên YPG û YPJ’ê xwest biçe Kobanê lê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate asteng kirin. Amîn çavdêriyên xwe ji ANF’ê re nirxand.

Amîn diyar kir ku bi parêzerekî re çûye deriyê sînor lê leşkerên Tirk destûr nedaye ku ew biçin derbasî Kobanê bibin û Kobanê ji sê aliyan de hatiye dagirkirin, êrîşên ku DAIŞ’ê pêk anî bi gelê Pirsûsê re temaşe kir.

Amîn diyar kir li girekî li nêzî Pirsûsê bi armanca ku piştgiriyê bidin gelê Kobanê bi hezaran kes kom bûne û dibin şahidê êrîşên giran ên DAIŞ’ê ku li hemberî Kobanê pêk tînin. Amîn diyar kir, dengê çekan ên ji Kobanê tên dibihîzin û got: “Temaşekirina şewitandin û hilweşandina Kobanê, qetilkirina mirovan, êşeke mezin dide mirovan.

Kurdên li herêmê nerazîbûnên tund nîşanî welatên ku mudaxaleyê DAIŞ’ê nakin dikin. DYA, Fransa û Îngîlîstan mudaxaleya hewayî kirin lê ev ji bo rawestandina DAIŞ’ê têr nake. Divê NY mudaxaleyî rewşê bike. Divê hem ji bejayî û hem jî ji hewayî operasyon bê destpêkirin.

Rewşa li Kobanê stratejîk e. Di rewşa ku Kobanê bikeve wê êrîşî Efrîn û herêmên din bikin.  DAIŞ wê li Sûriyeyê zêdetir hêzê qezenc bike. Ji ber vê jî divê çeteyên DAIŞ’ê bên sekinandin.”

Amîn nerazîbûn nîşanî terora hikûmeta AKP’ê ya li hember gelê ku li kolanan piştgirî dida Kobanê kir û got: “Mafê gel e ku fikr û nêrînên xwe bîne ziman, hikûmetê protesto bike. Leşkerên Tirk bi tank û topan qetilkirina Kurdan temaşe dike. Ji bo pêşî li komkujiyê bigirin tu tiştekî nakin. Sînorên xwe digirin. Ev jî rê li ber bertekan vedike."