Amazonî: Di mehekê de bi qasî 24 hezar qadên futbolê daristan tine bû

Amazonî: Di mehekê de bi qasî 24 hezar qadên futbolê daristan tine bû

Daristanên Amazonê ku ji sêyan yekê parzemîna Başûrê Amerîkayê ye, her diçe wêran dibin. Li gorî daneyên Rêxistina Hawirdorê ya Instituto Imazon, Amazonên li aliyê Brezîlayayê, di meha Cotmehê de li gorî sala bihurî ya heman mehê 5 qat zêdetir daristan tine bûye.

Li gorî lêkolîna ku ji aliyê rêxistina hawirdorê Instîtuto ve hatiye kirin, daristanên Amazon ên li aliyê Brezîlayayê bi awayekî cidî tê birîn. Imazon da zanîn ku li ser Google Earthê der barê vê qada daristanê de hesab kirine. 

Li gorî vê  di meha cotmehê de bi gihiştî 244 kîlometrekare daristan hatiye tunekirin û ev qad bi qasî 24 hezar sahaya futbolê ye. Di cotmeha 2013’an de daristanên hatine birîn jî 43 kîlomtre bû û li gorî sala borî ji sedî 467 zêde bûye. 
Li gorî tespîtên Imazonê, birîndara daristanên Amazon ji sedî 60 taybet di qadên mulkiyet an jî dagirkirinê de pêk hatiye. Birîna daran di mehên tebax û îlonê de zêdetir bûn û di navbera Tebax-Cotmehê de  hezar kîlometre daristan hatiye tunekirin. Ev jî bi qasî Rîo de Janerîo ye.

Tespîta ku bi pergala navê SAD tên kirin, her çiqas bi daneyên fermî piştgiriyê nebîne jî, merciyên ji bo tedbîr girtinê  qels dimînin. Brezîlyayê demek berê ji bo têkoşîna li dijî birîna daristanan pergaleke hişyariyê xistibû dewrê.

Daristanên Amazon ku daristanên herî mezin yên cîhanê ne li ser qadeke 5,5 mîlyon kîlometrekareyî ye. Di salên dawî de beşeke  ji sedî 15-20 tune bû. Beşeke mezin ya Daristanên Amazan di sînorê Brezîlyayê de ye.

Tenê di 2004’an de  li Brezîlyayê 27 hezar kîlometre daristan hat wêrankirin û di encama tedbîrên hatine girtin de di navbera 2011-2012’an de ev daket 4 hezar û 571 hezar kîlometreyî. Di navbera 2012-2013’an de dîsa zêde bû û bû 5 hezar 981 kîlometre.
Daneyên fermî yên sala 2013-2014’an dê dawiya vê mehê bê weşandin.