Amadekariyên Newroza dîrokî ya Amedê didomin
Amadekariyên Newroza dîrokî ya Amedê didomin
Amadekariyên Newroza dîrokî ya Amedê didomin
Li Amedê pîrozbahiya Newrozê dîrokî dê di 21'ê Adarê de bê lidarxistin. Ji bo pîrozbahiya ku li bendê ye 3 milyon kes beşdar bibe 5 hezar kes hatin peywirdarkirin. Ji bo 400 rojnamegeran akredite hat nivîsandin. Roja Newrozê dê ji 85 navndan maşîne welatiyan bibe qada Newrozê û maşîne dê bê pere xizmetê bikin.
Ji bo pîrozbahiya Newroza dirokî ku du 21'ê Adarê de li Parka Newrozê pêk bê amadekariyên teknîkî bi lez û bez tên kirin. Ji bo Newroza ku li bendê ye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniya dîrokî bide û ji bo çareseriya demokratîk "Nexşerêyê" îlan bike li bendê ye ku 3 milyon kurd beşdar bibin. Li qada Newrozê ji bo karê teknîki bi şev û roj 150 kes xebatê dikin û ji bo 400 rojnamegeran kart hat dayîn. Tê payin ku li gel çapemeniya navneteweyî 500 rojnameger Newrozê bişopînin.
5 HEZAR KES DÊ PEYWIRDAR BIN
Li qada Newrozê ku li bendê ye 3 milyon kes pîroz bikin ji bo ewlehî û karê qada Newrozê 5 hezar kes hatin peywirdarkirin. Tetbîqat û amadekariyên teknîkî dê di 20'ê Adarê bi dawî bibin. Dê roja Newrozê ji 85 noqteyên cuda maşîne welatiyan bê pere bikişînin qada Newrozê.
Girse dê roja 21'ê Adare saet di 06.00'an de ber bi qada Newrozê ve biherike. Dê heyet û nûnerên sazî û partiyên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê, Ewropa, Latin Amerika, Bolivya, İtalyan, Lefkoşa, Almanya û gelek welatên din dê tev li Newroza Amedê bibin. Maşîneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê saet di 07.00'an de dest bi xebatî bikin û heta saet 12.00'an welatiyan bibin qada Newrozê.