BI DÎMEN

Amadekariyên Konferansa Kurd ya li Moskowayê bi dawî bûn

Li Moskowayê amadekariyên Konferansa Kurd a ku bi tevlîbûna Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê pêk were bi dawî bûn.

 

Li paytexta Rûsyayê Moskowê li Konferansa Kurd a ku bi hevkariya Yekîtiya Saziyên Sosyal a Kurd û Otonomiya Federal a Kulturî û Netewî ya Kurdên Rûsyayê ve pêk tê, sibehî bi serenava ‘’Li Rojhialata Navîn Şerê Sêyemîn a Parvekirinê’’ dest pê dike.

Di bin pêşengtiya Rûsyayê de hevdîtinên li Astanayê û piştre 'Mûxalîfên Sûriye' ku li Moskowayê civiyan, Konferansa Kurd ya ku sibe seat 11:00'an li Otela Prezident a Moskowayê bi tevlîbûna Parlamenterê HDP'ê yê Riha yê Osman Baydemir, Dîlek Ocalan, Parezerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ebrû Gunay; ji Rojavayê Kurdistanê Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah, Serokê Rêveberiya  Meclîsa Kantona Kobanê Enwer Mûslim, Ji Başûrê Kurdistanê Parlamenterê YNK'ê Ezzat Sabir Îsmaîl, Parlamenterê Tevgera Goran Şerko Hama Emîn, ji Yekgirtûya Îslamî Xelîl Îbrahîm Mihemed, ji Rojhilatê Kurdistanê Nûnerên PJAK'ê Ehwen Çiyako, siyasetmedar, akademisyen, nûnerên saziyên hizir û rewşenbir dawetî konferansê hatine kirin.
-

Hevserokê Otonomiya Federal a Çandî û Netewî ya Kurdên Rûsyayê Ferhat Patîyev, ku di nav komîteya amadekar a naveroka konferansê de ye ji ajansa me re axivî.
"Ev konferasa 6. ku em li Moskowayê lidardixîn. Mijar û rojeva  sereke a konferansê 'Di Rojhilata Navîn de, parvekirina şerê 3.' Armanca konferansê ew e ku pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn nîqaş bike û pêşveçûnên li Sûriyê, Pêvajoya şerê çekdarî ya li Başûrê Kurdistanê, bûyerên ku li Bakurê Kurdistanê çêdibin û pêşveçûnên li her çar parçeyên Kurdistanê bi şêweyekî berfireh guftûgo bike. Armancek din a konferansa me ew e ku hêzên Kurd di qada navnetewî de li ser pirsa çareseriya Kurd xwedî yek fikir bin û li cem yek fikrî bicivin. Hemû amadekariyên konferansê bi dawî bûne lê heya niha gelek serlêdan ji bo tevlîbûna konferansê hene. Pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêka herî sereke ya Rojhilata Navîn e. Di pêvajoyek wiha hesas de li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê tevlîbûna berfireh gelek girîng e. Weke tê zanîn beriya konferansê destpêkê li Enqere, Moskowayê û Cenevreyê civîn wê werin lidarxistin. Di pêvajoyek wiha de lidarxistina konferansê di serê gelek kesên cûda de nîşaneyên pirsê çêdide. Konferansa me di çareserkirina pirsgirêka Kurd de, ji bo herêmên Kurdan projeyên ku wê werin pêşkêş kirin wê xwedî zemînek be.’’