Amadekariyên dagirkeriyê li Stockholmê hatin şermezarkirin

Kurdistaniyên li Stockholmê tevî dostên xwe daketin qadan û amadekariyên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Çalakiya protestoyî ya li paytexta Swêd Stockholmê nîvê şevê pêk hat û pankartên "Erdogan rawestînin, bimire faşîzm" û "Tirkiye ji Rojava bicehime" her wiha alên PYD, YPG/YPJ'ê hatin hildan.

Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat jî beşdarî çalakiyê bû û diyar kir, di navbera dewleta Tirk û DYE'yê de peymaneke qirêj li dijî Rojava hatiye kirin. Rîazat got, "Eşkere ye ku Partiya Çep mîna beriya niha wê ji niha û pê ve jî bi gelê Kurd re be."

Rîazat destnîşan kir, hêzên YPG/YPJ ên ku li Kobanê, Reqa û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAÎŞ têk birin, divê ji aliyê dinyayê ve bi tenê neyên hiştin û got, "Kurdan ne tenê ji bo xwe, her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê şer kirin. Di vir de divê mirov di navbera demokrasî û faşîzmê de tercîhekê bikin. Erdogan û Trump berdevkên polîtîkayên faşîst in. QSD û Kurd jî azadî û demokrasiyê temsîl dikin."

Şanoger Serpîl Înanç a 72 salî jî got, di demekê de ku dewleta Tirk a faşîst amadekariya êrîşeke li dijî Rojava dike mafê kesî nîne ku li mala xwe rûnê.

Nûnerê Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê Yaşar Kuçukaslan got, "Gelê Asûrî-Suryanî êrîşeke li dijî Rojava weke êrîşeke li dijî xwe dibîne. Gelên me wê heta dawiyê bi hev re li dijî êrîşên dagirkeriyê dewleta Tirk û hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dirêjkirina temenê DAÎŞ'ê têbikoşin."