Altûn û Bal, di rûniştina de sîstema hevserokatiyê parastin

Hevserokên Şaredariya Dersimê Altûn û Bûl, di rûniştina 'Doza Hevserokatiyê' de parastin kir.

Rûniştina yekemî ya doza Hevşaredarên Dersimê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn ku têkildarî rêveberiya "Hevserokatiyê" bi hinceta ku "Erka xwe xirab bi kar aniye" li 2. Dadgeha Cezay ya Asliye ya Dersimê hate dîtin. Di rûniştinê de Altûn û Bûl ên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Kadirayê girtî, bi rêya sîstema SEGBÎS'ê başdar bûn.

ALTÛN: SÎSTEMEKÎ KU WEKHEVIYÊ TÎNE YE

Altûn a ku ji bo parastinê mafê axaftinê girt wiha got: "Ez erka hevşaredariya Dersimê dikim. Sîsetemekî ku wekheviya jin û mêr yeksan dike ye. Ev sîstem Distûra Bingehîn diyar kiriye, ev yek tenê li welatê me nayê li berçav girtin. Me di sala 2014'an de di hilbijartinên herêmî de bi sîstema hevserokatiyê hatin hilbijartin. Em bi vî awayî xwe bi gelê xwe da naskirin. Afîş û pankartên me bi vî awayî hatin amadekirin. Di encama hilbijartinê de weke hevşaredar hatim hilbijartin û di heman demê de jî endama meclîsê me. Ji ber vî sifetî ez di odaya şaredariyê de xebitîm û wesayîta şaredariyê bi kar anî."

BÛL: EGER KU NIXÊ JINÊ BÊ ZANÎN, ŞER JÎ NABE

Mehmet Alî Bûl jî ev tişt anî ziman: "Ji ber ku me dît ji ber hişmendiya di civak de û di bûyerên gelemperiya cîhanê de, jin weke sedemê şer tê dîtin ku qasî pêwîst nirx nayê dayînê, derketiye holê. Ji ber vê yekê di hilbijartina 2014'an de ji bo ku ev newekhevî ji holê bê rakirin û jin jî berşdarî xebatên rêveberiyê bibin, weke sîstema hevserokatiyê beşdarî hilbijartinan bûn. Piştî hilbijartinê ji bo ku ev sîstme bibe fermî, me rêveberî derxist."

Bûl wiha got: "Ez ne di wê baweriyê de me ku Altûn ziyan dabe hem şaredarî û hem jî raya giştî. Birêz Nûrhayat xebatên xwe di bûnya endama Meclîsa Şaredariyê de bi rêve dibir. Sûcên ku li ser min tê ferzkirin qebûl nakim, daxwaza berdanê dikim."

PARÊZERAN MAFÊ AXAFTINÊ GIRTIN

Parêzer Bariş Yildirim têkildarî sûcên ku li ser Nûrhayat Altûn tên ferzkirin di îdanameyê de delîl nezelalin. Yildirim wiha got: "Ti bingeha sûcên ku li ser muwekîlên me tên kirin nîne. Ji ber vê yekê daxwaz dikin ku muwekîlên me bên berdan.

Parêzer Fatma Kalsen jî diyar kir ku di çarçoveya TCK'ê de ti sûç li ser muwekîlên wan nîne. Kalsen wiha anî ziman: "Di çarçoveya ceza û mijara derxistinê ti çalakî pêk nehatine. Rêbazên xebatên şaredariyê bi biryara Meclîsa Şaredariyê tê girin û pêk anîn."

Parêzerên ku ji Kandirayê bi rêya SEGBÎS'ê beşdar bûn, diyar kirin ku bi vî awayî parastina baş nayê kirin, destnîşan kir ku hempîşeyên wan ên din beşdar nebûne, daxwaz kir ku wûwekîlên wan bên berdan.

Heyeta dadgeyê, rûniştin taloqî 2'yê Gûlana 2017'an kir.