Altinors: Dema Modernîteya Demokratîk e

Aborîzan Alp Altinors şewbê îflasa modernîteya kapitalîst raxist ber çavan û got: “Niha divê hê bi hêztir parêzvanên modernîteya demokratîk û sosyalîst derkevin ser dikê.”

Aborîzan Alp Altinors diyar kir ku êdî dema aboriyeke ku bi xwezayê re bi aheng, civakî, bipilan, hilberîner û wekheviya zayendî ya nû heye, anî ziman ku bê ku hirsa karê gerdunê tine bike divê ji bo civakê dest bi hilberînê bikin.

Aborîzan Alp Altinors ê di pirtûka xwe ya bi navê ‘‘İmkansız Sermaye’ de tengezariya hebûna kapitalîzmê nirxandiye, krîzên aborî yên li Tirkiyeyê û cîhanê ji ANF’ê re got.

Nirxandinên endamê PM ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alp Altinors wiha ye:

“Di aboriya cîhanê ya sala 2019’an de bi awayekî berbiçav hewldanên hêdî hêdî derketin pêşê. Di aboriya sala 2020’ê ya cîhanê de pêşbîniyên di asta 1-2 de ber bi tengijînê ve çûnê belav bûn. Li gel vê şerê bazirganiyê yên DYE-Çîn û Jeponya û Koreya Başûr jî hebû. Şerê bazirganiyê jî bazirganiya cîhanê tengijand û hewldanên tengijînê hê kûrtir kirin. Hê sala 2019’an bi dawî nebûbû, aboriya welatên mîna Îtalya, Elmanya, Brîtanya, Sngapûr, Koreya Başûr hate ber rawestînê.

Şewba Korona ya Çile-Adara 2020’ê li ser vê bû bar. DYE û welatên Ewropayê yên ku vê şewbê weke şewba SARA ku wer dizanîn wê li Çînê sînordar bimîne, ti tevdîrek negirtin. Dema ku şewb belavî hemû cîhanê bû û bû pandemî, 11’ê Adarê krîza fînasal a gerdûnî teqiya. Krîza darayî ya hema bêje mehekê bê navber dom kir, mizgîniya tengijîna mezin a di aboriya reelde bû. Li alîkî ji ber şewbê sektora xizmetê hat li ber hilweşînê, di hilberîna pîşesaziyê de di astekî bê hîskirin de kêm bû.

Di dema AKP’ê de ji ber ku Tirkiye zêdetirê xwe li ser kirînê mabû, bi aweyekî demî en mimkûn bû ku ji krîzên fînasî xwe rizgar bike. Li Tirkiyeyê ji bo hilberînê divê kirîna ji derve hebe. Mekîne, parçeyên hilberîna teknolojiyê ji derve tê girtin. Hilberînên çandiniyê jî wisa ye. Lêgerîna navberî yê mezin a heyî jî yek ji sedemê krîzên fînasman in.

Du sedemên din ên girîng ên krîzên fînasmanê şopandina siyaseta faîzê ya reel a negatîf a di bin navê parastina belêndarên desthilatê û girtina turîzmê ya yek ji çavkaniya zêr a girîng bû. Wezareta Karê Hundir bi yek biryarnameyê nêzî 150 sektorên xizmetê yên kar girt. Tê texmînkirin ku li gel kesên li kolanan kar dikin bi giştî 5,5 milyon kes bê kar mane.Ev girseya ku piştgiriyeke ya civakî nagire, ne kes qala xwarin û ne jî vexwarina wan dike.

DI KARANTÎNAYÊ DE JÎ HATIN CIHKIRIN

Beşek mezin ê refa karkeran di vê demê de jî li mal neman, bi zorê hatin xebitandin. Karker neçar ma di navbera birçîbûn û gefa koronayê de vebijartekekê hilbijêre. Karantînaya AKP’ê jî cihêkarî bû. beşên navîn û bilind li malê diman, karkerên ku bi keda destê xwe kar dikin, li kargehan, înşihatan û atolyeyên tekstîlan de bi mirinê re kar dihatin xebitandin.

Di rewşa heyî de bêkarî û hejarî yek ji rojeva herî giran a Tirkiyeyê ye. Li ser îflasa giştî ya kapitalîzmê li Tirkiyeyê mêtingeriya hovane ya kapitalîzma havkarên AKP’ê zêde bû.

BARÊ KRÎZÊ LI PIŞTA KEDKARA YE

Krîza ku em îro dijîn, qutkirina daxwaz hem jî ragihandina wê ya ji ber şewbê rewşek xemgîniyê ye. Tengijîna meyla sermaya ya aboriyê li gel şewbê bi şêweyek lez û awart e, di aboriyan de rê li ber meylek mezin vekir. Nayê dîtin ku heta krîza tenduristiyê çareser nebe, negengaze ev tengbûn bi dawî bibe. Hemû barê vê krîzê jî wê li pişta karker, gundî û kedkerên van hemû nirxan dihilberînin bikin.

SÎSTEMÊ ÎFLASA XWE DA PÊŞ

Şewbê îflasa modernîteya kapitalîst raxist ber çavan. Niha divê hê bi hêztir parêzvanên modernîteya demokratîk û sosyalîst derkevin ser dikê. Êdî dema aboriyeke ku bi xwezayê re bi aheng, civakî, bipilan, hilberîner û wekheviya zayendî ya nû heye, anî ziman ku bê ku hirsa karê gerdunê tine bike divê ji bo civakê dest bi hilberînê bikin.

WÊ LEZ BIDE TÊKOŞÎNÊ

Di vê dema şewbê de em carek din jî bûn şahid ku karker, gundî û jin ji bo hilberînê çiqas taybet in. Hemû nirxan dihilberînin. Di çandiniyê de ji bo xwe bes in, parastina xurekan jî çiqas girîng e me dît. Ev hemû ji bo rêjeya pêşketina hişmendiya kedkaran, rabûna hişmendiya zayendî ya jinan, yekîtî û rabûna têkoşînê wê lezek me nedîtî qezenc bike.

LI DIJÎ KAPÎTALÎZMÊ BERXWEDAN

Di rastiya xwe de ji berê şewbê îsyanên gel ên li Şîlî yê, Lubnanê, Iraqê, Ekvatorê, Fransayê û yên li çend welatên din pêşketî, dibû bersiva kedkaran. Bi vebûna girtina vîrûsa koronayê re vê îsyanê ji pêlên li erdê mayî dewam kir û em bûn şahid ku gel li dijî kapîtalîzmê li berxwe didin.”