Alkan: Em li paş 12'ê Îlonê ne jî

Serokê Helkefta 78'an a Amedê Ganî Alkan têkilî darbeya 12'ê Îlonê got, ''Ferqa wê rojê ji îro tenê aktor in. Wê rojê kincên bi rengê hakî li xwe kiribûn niha jî kincên sivîl li xwe dikin. Em niha li paş darbeya 12'ê Îlonê ne jî.

Yek ji şahidê demê Serokê Helkefta 78'an a Amedê Ganî Alkan derheqê tarîtiya 12'ê Îlonê  û pêvajoya piştî wê axivî.

Alkan got bi 12'ê Îlonê re faşîzm bû xwedî sazûmanî, li ser sedema darbeyê jî got, ''Helbet ya herî girîng jî di dîrokê de cara pêşî Kurdan şêwazeke hevdem a rêxistinî nas dikirin. Têkoşîna Azadiya Kurd geş dibû. Ji bo ku pêşî li vê bigirin darbe kirin.

Ev rêbaza ku ji bo vê têkoşînê serkut bikin ji hêla Kurdan ve bi ser neket. Li ser çepgiran serwer bû. Ji ber ku beriya darbeyê haziriyên xwe nebûn, ti fikrê wan jî nebû ku darbe bibûya wê çi bikirana. Lê Têkoşîna Azadiya Kurd hemû qadên lê dikarîbû veguherîne qadên berxwedanê. Mînak qedroyên sereke li Nimro 5'ê hiştin lê li wir jî berxwedanê domand û bandora xwe li ser derve jî kir.''

Alkan bal kişande ser Têkoşîna Azadiya Kurd, got berxwdana 1983'an a li Nimro 5'ê bandora xwe li her deverê nîşan daye û got, ''Polîtîkayên îmha û înkarêy ên niha ku li ser Kurdan dikin, wan deman hate xwestin ku bi darbeyê bikin. Gavên faşîstî ku deman li ser mirovê Kurd dihatin avêtin kir ku Kurd bibin yek û bigihijin hev. Helet ev bi şexsê qedroyên pêşeng pêk hat. Ji ber ku çalakiyên fedayî yên qedroyên pêşeng di nav gel de bersiva xwe dît. Ev çalakiyê qedroyan kir ku gel bawer bike. Fikra her tişt dikare were serxistin çêbûbû.''

Alkan rewşa niha û ya 12'ê Îlonê da ber hev, got ji wê demÊ û heta niha tiştek neguheriye, tenê aktor guherîne, kincên wê demê rengê xwe hakî bûn û niha kincên sivîl in. Alkan got wan dema yên ku têkoşîna îlegal didan dihate girtin lê niha yên ku têkoşîna legan didin jî têne girtin û pergala niya li paş ya 12'ê Îlonê ye.

Alkan herî dawî got pirsgirêka Tirkiyê ya demokrasiyê heye û sedema vê jî çaresernekirina pirs Kurd e û diyar kir heke pirsa Kurd were çareserkirin demokrasî wê were Tirkiyê.