Alîkariyên gihiştine Serêkaniyê tên belavkirin
Alîkariyên gihiştine Serêkaniyê tên belavkirin
Alîkariyên gihiştine Serêkaniyê tên belavkirin
Alîkariyên ji aliyê şaredarên BDP'yî ve ji bo penaberên ji ber pevçûnên li Sûriyeyê berdewam dikin hatin li Serêkaniya Rihayê bi cih bûn şandîn, ji aliyê komîsyonan ve têne belavkirin.
7 alîkariyên ji aliyê şaredarên Rezan, Gîl, Lîce, Bismil, Yenîşehîr, Peyas, Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê û Pirsusê ve hatin komkirin gihîştin Serêkaniyê. Alîkariyên hatin komkirin ji penaberên ji Sûriyeyê hatin li naçveya Serêkaniyê ya Rihayê bi cih bûn tên belavkirin.
Alîkariyên weke sabûn, deterjan, bezên zarokan, xawlu, birinç, beqle, maqirne, nîsk, salçe, rûn, şekir, dem, zeytîn û gelek melzemeyên din dikin paket û ji her malbatekê re heya mehekê têrê bike tên amadekirin. Alîkariyên hatin amadekirin ji aliyê 3 koman ve tên belavkirin. Paketên alîkariyê ji aliyê Şaredariya Serêkaniyê, rêveberên BDP'ê û xebatkarên dildar ve ji aliyê komîsyonan ve li 3 baskên cuda ve li naçve û gunda ji penaberan re tên belavkirin.
DÊ CILŞOK BÊ AVAKIRIN
Ji xebakarên komîsyona alîkariyan belav dike Orhan Aslan diyar kir ku, li ser hewcehiya şaredarên jin ên BDP'ê tesbît kirin re li navçeyê xebatên avakirina cilşokekê jî berdewam dikin û alîkariyên hatin jî li gorî hewcehiyan tên balavkirin. Aslan anî ziman ku, piraniya penaberan di şertên neguncaw de dijîn û ji ber vê yekê li şûna ar bê belavkirin ji bo bi awayekî rêk û pêk bê belavkirin dan fabrîqeyekî nan û dê bikin nan û bê belavkirin.
Belavkirina alîkariyan berdewam dikin û xebatkarên komîsyonê her şev ji hezar penaberan re xwarina gerim belav dikin.