Alîkarê Serokê Parlamenta Ewropayê (PE) û Parlamenterê Partiya Demokratên Lîberal a Elman (FDP) Alexander Graf Lambsdorff ji rojnameya Elman Tagesspîegel re axivî û destnîşan kir ku ji ber binpêkirinên mafên mirovan û komkujiyên li Kurdistanê, muzakereyên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re tên meşandin, di asteke zehmet de ne.
Lambsdorff rewşa li Kurdistanê heye şiband şerekî navxweyî û da zanîn, ku li dijî dibetiya avabûna Dewletek Kurd, Tirkiyeyê bi rêxistinên terorê yên sûnî yên li Rojhilata Navîn re dest bi hevkariyê kir. Alîkarê Serokê PE da xuyakirin, ku berevajî rewşa ji derve ve tê dîtin, Tirkiye di nava krîzekê de ye.
'TIRKIYE DI NAVA KRÎZÊ DE YE, LI DIJÎ KURDAN BI RÊXISTINÊN TERORÊ RE HEVKARIYÊ DIKE'
Lambsdorff da xuyakirin, ku Yekîtiya Ewropa û Tirkiye di têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de xwedî berjewendiyên cuda ne û bibîr xist, ku Enqere bi hemû derfetên xwe re hem li derve hem jî li hundir hewl dide pêşî li avabûna dewleteke Kurd bigire. Lambsdorff ragihand, ku Tirkiyeyê ji bo vê armancê berê xwe daye tifaqeke bi rêxistinên terorê yên sûnî yên li herêmê re û destnîşan kir, ku hewldanên ji bo pêşîgirtina li avabûna dewleta Kurd, li hundirê Tirkiyeyê dibin sedema şerê li dijî gelê xwe. Lambsdorff destnîşan kir ku her çend Tirkiye ji derve ve 'stabîl' bê dîtin jî, ya rast di nava krîzeke mezin de ye.
'NEFRETA DI NAVA CIVAKÊ DE JI DEMÊN NEBAŞ ÊN BERÊ GELEKÎ MEZINTIR E'
Alîkarê Serokê Parlamenta Ewropayê bibîr xist, ku beriya demeke kurt ew li Stenbolê bû û anî ziman ku şerê li Kurdistanê ji aliyê gelek mûxataban ve weke 'şerê navxweyî' hatiye nirxandin. Lambsdorff diyar kir ku li bajarên mezin ên mîna Amedê, cara yekê ye di vê astê de şer diqewime û got, "Li hemberî herêmên Kurd lê dijîn, êrîşên bi top/hawanan tên kirin. Bi hezaran Kurd tên girtin, bi sed hezaran direvin. Di nava civaka Tirkiyeyê de nefretek li hemberî hev, ji demên nebaş ên berê gelekî zêdetir bûye."
Lambsdorff axaftina xwe wiha dewam kir: "Tişta herî kujer ew e ku Erdogan bi zanebûn şerê li dijî Kurdan mezin dike. Ji ber ku HDP'ê di Hezîrana 2015'an de encameke welê di hilbijartinê de bi dest xist, ku pêşî li hikûmetbûyîna bi tena serê xwe ya AKP'ê girt."
'TIRKIYE DI PÊVAJOYA ENDAMETIYA YEKÎTIYA EWROPA DE JI DIL NÎNE'
Lambsdorff diyar kir ku bûyerên li Tirkiyeyê diqewime, ji welatekî dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê nayê hêvîkirin e û rexne kir, ku tevî vê rewşa xumamî jî muzakereyên endametiyê tên dewamkirin.
Lambsdorff ragihand ku di serî de Fransa, Hollanda û Awûstûrya gelek endamên Yekîtiya Ewropayê di wê baweriyê de ne ku Tirkiye ji bo endametiyeke dema pêş ne amade ye û destnîşan kir ku Tirkiye di pêvajoya endametiyê de 'ne ji dil e'.
Lambsdorff da xuyakirin, ku li şûna muzakereyên endametiyê, divê ew 'ajandayeke pozîtîk' a ji bo çareseriya wekhev û hevpar a di gelek mijaran de ji bo Tirkiyeyê bidin destpêkirin.