Alîkarê Mudurê bi destdirêjiya xwendekaran tê sûcdarkirin, serbest e

Alîkarê Mudurê bi destdirêjiya xwendekaran tê sûcdarkirin, serbest e

Li navçeya Riha Serêkaniyê, alîkarê mudurê lîseyê ku bi îdîaya dest dirêjî xwendekareke keç kiriye hat girtin, ji bo di rewşeke negirtî de bê darizandin, serbest hat berdan.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, alîkarê mudur S.A. yê li ser giliyê xwendekara 14 salî ya lîseyê hat binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin, li dadgeheke bilindtir îtiraz kir.

Dadgehê jî bi hinceta "gumaneke ji bo tarîkirina delîlan nîne" ji bo di rewşeke negirtî de bê darizandin S.A. serbest berda.

Li Serêkaniya Serxetê, di 23'ê Kanûnê de xwendekara lîseyê ya 14 salî, bi sedema ku bi devkî û fîzîkî destdirêjî li dijî wê kiriye, giliyê S.A kiribû, bersûc ji aliyê dadgehê ve bi sûcdariya "destdirêjiyê" hatibû girtin.