Alarma toza zer li Stenbolê
Alarma toza zer li Stenbolê
Alarma toza zer li Stenbolê
Toza zer a di hundirê zerfê de ji serkonsolosxaneyên DYA, Kanada, Belçîka, Elman û Fransa re hatin şandin bû sedema alarmê. Avahiyên konsolosxaneyan ku hatin valakirin, lêkolîn didomin.
Îro danê sibehê ji Serkonsolosxaneya Kanada ya Stenbolê ya li Levent, Serkonsolosxaneya Belçîka ya Stenbolê ya li Beyoglu û Serkonsolosxaneya Elman ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve di nav zerfê de toza zer hat şandin. Toza zer a hat şandin ku nehat zanîn bê çi ye di konsolosxaneyan de bû sedema alarmê. Xebatkarên konsolosxaneyê hatin tehliyekirin û lêkolîn hat destpêkirin. 14 kesên di konsolosxaneyan de rakirin nexweşxaneyan. Di saetên êvarî de jî ji konsolosxaneyên DYA û Fransa re heman zerf hatin şandin. Li herêmê tedbîrên ewlekariyê ku derxistin asta herî jor, polîsan li derdora avahiyên konsolosxaneyê lêkolîn dan destpêkirin. Lêkolînên polîsan didomin.