Ala nûçeya AA derewand: Sekvanê Sirp nîne

Nûçeya "Li Sûrê sekvanê Sirp hat girtin" a medya hawiz, ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hat derewandin. Wezîr Ala got, "Sekvanê Sirp nîne."

Piştî ku Sefaretxaneya Bilind a Sirbîstanê ya li Enqereyê, li ser nûçeya "Li Sûrê sekvanê Sirp hat girtin" agahiyên fermî ji Enqereyê xwest, Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala daxuyaniyek da.

Ala neçar ma, ji bo nûçeyên ji aliyê medya hikûmetê ve hatin weşandin, bêje derew e. 

Efkan Ala diyar kir ku nûçeyên dibêjin 'Di nava PKK'ê de sekvanên Sirp hene' ne rast e. Ala îdîa kir ku sekvanên biyanî hene û got, "Lê belê hebûna sekvanên Sirp spekulasyon e. Em navê neteweya wan aşkere nakin. Rewşa Sûriyeyê li holê ye. Dibe ku ji wir çûn û hatin çêbû be. Lê belê em têkiliyên navneteweyî yên Tirkiyeyê li ber çavan digirin û daxuyaniyan didin."