'Ala jî berdevkê dewletê bû'

'Ala jî berdevkê dewletê bû'

Serokê ÎHD'ê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî da xuyakirin ku wezîrê nû yê karên hundir Efkan Ala, li Bakurê Kurdistanê berdvekê dewlet û polîtîkayên desthilatdariyê bû.

Serokê ÎHD'ê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî wezîfedarkirina waliyê berê yê Amedê Efkan Ala ji bo Wezareta Karên Hundir nirxand.

Bîlîcî diyar kir ku hemû waliyên hatine Bakurê Kurdistanê weke hev in û got, "Efkan Ala jî yek ji wan navên ku polîtîkayên desthilatdariyê dimeşand, bû."

Bîlîcî ragihand ku di dema Ala de li Amedê gelek caran mafên mirovan hatine binpêkirin û got, "Li Amedê, nêzîkatiya Ala li bûyerên civakî gelekî nebaş bû. Di dema wî de mafên mirovan gelekî zêde hat binpêkirin. Di dema destwerdana tund a polîsan de timî bêdeng bû. Em nikarin bêjin ku li herêmê ev walî yan jî ew walî ji bo mafên mirovan rêzdar bû. Lewma dema Efkan Ala li Amedê walî bû, ti cudahiya wî ji waliyên din tinebû."

Serokê ÎHD'ê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî gotina "Divê terorîst û gel ji hev bên cihêkirin" nirxand û got, "Me dîtin ku ev gotin gelekî xetere ye. Beriya her tiştî, ji bo çareseriya pirgirêkê nêzîkatiyek nîşan neda. Tevahiya girseyên gel weke terorîst dît. Di wê demê de zarok hatin qetilkirin, mirinan rû dan. Ev yek jî berhemek ji vê nêzîkatiyê ye. Li herêmê mirovên bi rê û rêbazên demokratîk daxwazên xwe, mafên xwe tînin ziman, ji xwe li cem dewletê sûcdar in, terorîst in. Nêzîkatiya Ala ya li herêmê ev bû."