Aktîvîstan li Romayê Sefaretxaneya Tirk bloke kirin

Ji aliyê aktîvîstên Îtalyayî ve bi armanca piştgiriya Efrînê li paytext Roma ya Îtalyayê li dijî Sefaretxaneya Tirk çalekiya bloke lidar xistin.

Aktîvîstên li ser banga Rete Kurdistan kombûyî, avahiya Sefaretxaneya Tirk bi dorpêç kirinê bloke kirin. Çalakvanên ku çûn û hatina avahiyê girtî, daxuyaniya ku ji çapemeniyê re amade kirîn xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Çalekiyên me ne tenê li dijî polîtîkaya AKP’ê û Erdogane. Di heman demê de armanca çalakiyê bi hêzkirina piştgiriyê ya ji aliyê gelên li Ewropa û Kurdan a ji bo Efrînê ye.”

Di daxuyaniya ku hevkariya Erdogan bi DAİŞ re û qetilkirina Kurdan hate ziman de, bal kişand ku ji ber sedema petrola dewlemend û çavkaniyên sirûştî Tirkiye û gelek welatên din dixwazin herêmê kontrol bikin.

Piştî ku polîsan mudaxeleyî çalakvanan kirin û şûnde, akîvîstên Îtalya bi dengekî bilind gotin wê li hemberî êrîşên dagirker ên bi hevkariya DAIŞ’ê tên kirin, bêdengiyê bişkînîn û ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava di çalakiya debîn.