Aktivîsta Elman li Strasboûgê bû: Ocalan pêşengê me ye jî

Serdanên ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li bajarê Strasboûrg a Fransayê di roja 138’an de ye, dewam dike.

Çalakiyên grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven û li zindanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin dewam dike.

Aktivîstên Elman û Kurd ên li Elmanyayê dijn, serdana berxwedêrên li Strasboûgê re kirin. Di dema serdanê de dosta Kurd a Elman Marlene Forster anî ziman ku ji bo piştevaniya bi ‘Berxwedana Mezin’ a erê kirî re dikin.

 ‘OCALAN PÊŞENGÊ ME YE JÎ’

Marlene Forster got: “Em sedemê vê berxwedanê dizanin, ev ji bo azadiya gelan têkoşîneke domdirêj û ne tenê ji bo gelekê ye. Em enternasyonalîst felsefeya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd, heman demê ji bo gelên Rojhilata Navîn û din weke çareseriyekê dibînin. Ocalan pêşengê me ye jî.

 ‘BERXWEDANA MEZIN NEBE, TECRÎD BI DAWÎ NABE’

Forster anî ziman ku agahînegirtina ji Ocalan ne tenê ji bo Kurdan heman demê ji bo hemû beşan tiştek ku nayê pejirandin e û wiha pêde çû: “Ji bo çareseriyê berxwedane mezin nebe tecrîd bi dawî nabe û ji bo vê hevrêyên me dest bi grevên birçîbûnê bûne.”

‘EV BERXWEDAN JI BO ME BI WATE Û GIRÎNG E’

Enternasyonalîsta Elman da xuyakirin ku grevên birçîbûnê berxwedaneke bi wate û biheyet e û got: “Jiyana xwe dane ber xeteriyê û ji bo her tişta rû bidin amade ne. Ev jî ji bo me berxwedaneke bi wate ye, ji ber ku li cîhanê û bi taybet li Ewropayê em berxwedanên wina nabînin. Ji bo vê ye ev berxwedan ji bo me bi wate û girîng e.”

‘EWROPA JÎ WEKE DEWLETAN ÇALAKIYAN DINIXMÛMÎNIN’

Marlene Forster anî ziman ku çapameniya Elman jî weke dewletan berxwedanê dinixûmînin û naxwazin bikin nûçe û wiha pêde çû: “Bûyerên rû didin ne tv û ne jî çapemenî û ne jî rojname didin, em van nabînin. Em dizanin henek dewleta dixwazin alîkarî b ikin lê dikevin zorê.