'AKP wê nikaribe bireve; lêkolîna NY a li Cizîrê dikare bigihêje Laheyê'
Hiqûqnas Selçûk Kozagaçli, Eren Keskîn, Ergîn Cînmen, Banû Guveren û Erdal Dogan daxuyaniya "Li Cizîrê mirov hatin şewitandin" a Neteweyên Yekbûyî ji ANF'ê re nirxandin.
Hiqûqnas Selçûk Kozagaçli, Eren Keskîn, Ergîn Cînmen, Banû Guveren û Erdal Dogan daxuyaniya "Li Cizîrê mirov hatin şewitandin" a Neteweyên Yekbûyî ji ANF'ê re nirxandin.
Hiqûqnasan destnîşan kirin, ku bi daxuyaniya 'Cizîrê' ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re dewleta Tirk wê nikaribe ji darizandinê bireve û diyar kirin, ev mijar dikare bigihêje ber destê Laheyê.
Hiqûqnas Selçûk Kozagaçli, Eren Keskîn, Ergîn Cînmen, Banû Guveren û Erdal Dogan daxuyaniya "Li Cizîrê mirov hatin şewitandin" a Neteweyên Yekbûyî ji ANF'ê re nirxandin.
KESKÎN: NY DI DAWIYA DAWÎ DE WEZÎFEYA XWE ANÎ BÎRA XWE
Eren Keskîn da xuyakirin, ku lêkolînkirina komkujiyan ji xwe wezîfeya Neteweyên Yekbûyî ye û diyar kir, ev daxwaza lêkolînê ya NY dereng maye. Keskîn got, "Li Cizîrê, zêdeyî 100 mirov li jêrzemînên avahiyan bi rengekî ku bedena wan neyê naskirin hatin şewitandin û qetilkirin. Eger Neteweyên Yekbûyî di wexta xwe de biketa nava tevgerê, dibe ku ewqas mirovên sivîl nehatibûna qetilkirin." Keskîn da zanîn, ku bi qasî NY di heman demê de YekÎtiya Ewropa (YE) jî ji vê rewşê berpirsyar e û bibîr xist, ku Tirkiye li dijî peymanên navneteweyî yên mora xw daniye binî tevdigere. Keskîn got, "Dewletên ku mora xwe danîne binê van peymanan, divê ji ber binpêkirina mafên mirovan li hemberî Tirkiyeyê lêpirsînê bidin destpêkirin." Keskîn mînaka Yûgoslavya da û diyar kir, lêpirsîna bê vekirin dikare bigihêje heta Laheyê. Keskîn destnîşan kir, ku têkiliya navbera dewleta a li ser berjewendiyan, divê nekeve pêşiya hiqûqa însanî.
KOZAGAÇLI: AKP WÊ NIKARIBE JI DARIZANDINÊ BIREVE
Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Selçûk Kozagaçli diyar kir, ku Neteweyên Yekbûyî di vê biryara xwe ya lêkolînkirinê de dereng maye û destnîşan kir, ku ev pêvajoya bi derengî jî be hatiye destpêkirin, di heman demê de nîşaneya qelsbûna hêz û bandora rejîma AKP'ê ye. Kozagaçli got, "Yên şer an jî sûcê li dijî mirovahiyê dikin, di dema pêkanîna vî sûcî de ji xwe gelekî bi hêz in. Hem dikare sûc veşêre hem jî demogojiyê bike. Lê belê ew jî heta cihekî ye. Piştî ku dewletên ev sûc kirine qels bûn, wê demê lêpirsîn û darizandind estpê dike. Ev pêvajoya ji aliyê NY ve hatiye destpêkirin jî nîşan dide ku rejîm qels bûye." Kozagaçoglû da zanîn, ku lêpirsîna sûcên li dijî mirovahiyê hêdî destpê dike, lê zû mezin dibe û destnîşan kir, AKP ji ber têkiliyên bi DAIŞ'ê re, sûcên şer û ji ber sûcên li hemberî mirovahiyê yên li bajarên Kurdan kiriye, wê nikaribe ji darizandinê bireve.
CÎNMEN: DEWLETA TIRK BI SÛCDARIYÊN CIDÎ RE RÛ BI RÛ BIMÎNE
Ergîn Cînmen got, "Şer jî, şîdet jî xwedî hiqûqekê ye. Di nava vê hiqûqê de nabe wehşeteke bi vî rengî bê kirin. Lewma tespîta NY di vê mijarê de wê gelekî girîng be. Tirkiye wê bi sûcdariyên giran re rû bi rû bimîne." Cînmen da xuyakirin, ku dema mirov li jêrzemînan asê ma bûn rewşenbîran kampanya dan destpêkirin, lê dengê wan nehat bihîstin û anî ziman, ew bawer e wê NY lêpirsîneke bi bandor bimeşîne.
GUVEREN: DIBE KU FEYDÊ LI LÊPIRSÎNÊ BIKE
Seroka Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz parêzer Banû Guveren jî ji bo daxwaza lêkolînê ya NY got, daxwazeke dereng mayî ye. Guveren got, "Dema ku mirovên li jêrzemînên li Cizîrê diqîriyan û digotin 'me rizgar bikin' diviyabû Neteweyên Yekbûyî biketibûya nava vê hewldanê û bibîr xist, ku wan gelek caran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabûn û rapor ji NY re şandibûn. Guveren da xuyakirin, daxwaza lêpirsînê ya NY qet nebe dikare feydeyekê li meşandina lêpirsînê bike.
MÎNAKA ÎSRAÎLÊ
Erdal Dogan jî ragihand, biryara lêkolînê ya NY biryareke rast û di cih de ye û diyar kir, divê hikûmet û dewlet ji ber sûcê li dijî mirovahiyê bê darizandin. Dogan nebûna aliyekî ya Tirkiyeyê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî nikare li pêşiya vê darizandinê bibe asteng û darizandina dewleta Îsraîlê mînak nîşan da.