AKP û MHP ji bo belavbûna vîrusê çi ji destê wan tê, teqsîr nakin
Milyonek û 700 hezar kes bi vîrusê ketin û herî kêm 100 hezar kes mirin. Li Tirkiyeyê jî gavên desthilatdariyê dibe sedema belavbûna vîrusê.
Milyonek û 700 hezar kes bi vîrusê ketin û herî kêm 100 hezar kes mirin. Li Tirkiyeyê jî gavên desthilatdariyê dibe sedema belavbûna vîrusê.
Milyonek û 700 hezar kes bi vîrusê ketin û herî kêm 100 hezar kes mirin. Li DYE’yê 503 hezar kes nexweş ketine û li Îtalyayê jî 19 hezar kes mirin.
Profesorê Aşiyan a Zanîngeha Oxfordê Sarah Gîlbert ji rojnameya Tîmesê re axivî û diyar ki ku di meha Îlonê de dibe ku aşiya koronavîrusê amade bibe.
Li gorî daneyên ku dewleta Tirk daye, 47029 kes nexweş ketine û 1006 kes jî mirine. Lê tê diyarkirin ku hejmara rastîn a mirî û birîndaran zêdetir e.
Dewleta Tirk ji nişka ve biryara qedexekirina derketina derve ragihand û ev jî bû sedem ku gel ji bo bicihanîna xurek û pêdiviyan dakevin kolanan. Pisporan diyar kirin ku ev tişt wê hejmara nexweşan zêdetir bike.
LI KURDISTANÊ HEJMARA TESTAN KÊM E
Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel diyar kir ku li Kurdistanê hejmara testan kêm e û got ku “Li Amed, Wan û Mêrdînê gelek kes bi gumana vîrusê ketine karantînayê lê test nayên kirin.
Li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê jineke 85 salî ji ber koronavîrusê tedawî dibû. Ev jin û du kesên din ên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl mirin. Li Amedê bi giştî 16 kes mirine.
Hate diyarkirin ku li gundê Tûzcûlar a Berwariya Sêrtê jî kesek ji ber koronavîrusê miriye.
LI GIRTÎGEHAN RÎSK ZÊDE DIBE
Rozerîn Kalkan diyar kir ku li girtîgeha Jinan a Şakranê testa du bijîşkan pozîtîf derketiye, bi pereyan jî be ew nikarin lepik û maskeyan werbigirin. Girtiyên siyasî yên ki Girtîgeha Tîpa T a Denîzlîyê jî diyar kirin ku di qawîşa ji bo 6 kesan de ew 17 kes hene û li ser nivînekî 2,3 kes radizên.
BÎLANÇOYA WELATAN
Li DYE’yê 503 hezar kes nexweş ketine û 19 hezar kes jî mirine. Di nava 24 saetan de 2 hezar û 108 kes mirin.
Li Îtalyayê hejmara nexweşan 147 hezar derbas kir û 19 hezar kes mirine. Li nexweşxaneyan jî 100 hezar kes tedawî dibin.
Li Fransayê 124 hezar kes nexweş ketine û 13 hezar kes jî mrine. 86 hezar kes tedawî dibin û 25 hezar kes jî pak bûn.
Li Elmanyayê 122 hezar kes nexweş ketine û 2700 kes mirine. 54 hezar kes jî pak bûne.
Li Îranê jî hejmara nexweşan 70 hezar derbas kir û 4300 kes mirin. Li nexweşxaneyan 24 hezar kes tedawî dibin.