AKP nûnertiyên fermî ji bo şerê psîkolojîk bi kartîne

Dewleta Tirk a ku di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de beramberî berxwedaneke dîrokî hat, ji bo şerê psîkolojîk dezgehên çapemeniyê û hesabên trol ku têra wan nekir niha jî nûnertiyên fermî yên ji derveyî welat dixe meriyetê.

Li Tirkiyeyê artêşa trol û medyaya alîgir ku nekarî binketina li Efrînê veşêre, deshilatdariya Erdogan alavên nû yên propagandayê xist tevgerê.

Ji şevê din ve bi fermana rejîma AKP’ê nûnertiyên fermî yên ji derveyî welat yên dewleta Tirk ji bo belavkirina nûçe û agahiyên şaş yên li ser Efrînê ketin seferberiyê. Di serî de Elmanya jî di navde li gelek welatên Ewropa hesabên fermî yên kosolosxaneyan li ser medyaya civakî propagandaya şerê qirêj kirin.

Di belavkirinên bi zimanî Elmanî, îngîlîzî û Fransî şer û komkujiyên li Efrînê hate berevajî kirin û li dijî raya giştî ya Ewropa ‘operasyona bertîl’ hate kirin.

Desthilatdariya Erodgan ji bo propagandaya xwe ya qirêj ji derveyî nûnertiyên xwe saziyên din jî xist tevgerê û ev jî bal kişand. Avakerê lobiya AKP’ê ya li Ewropa ÛETD, partiya parvan ya li Elmanya ADD, saziya diyanetê DÎTÎB û gelek komeleyên din li ser hesabên xwe yên  facebook û twîtterê parvekirin hate kirin.

Hate ragihandin ku fermana parvekirinên berevajikirina ratiyên li Efrînê ji aliyê parlamenterê Stenbolê yê AKP’ê Mûstefa Yeneroglû ve hatiye dayîn.