AKP li Bolzanî hat protestokirin
Li bajarê Îtalya Bolzanî, polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Îtalya Bolzanî, polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Îtalya Bolzanî, polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin.
Li Ewropayê çalakiyên girseyî yên ji bo şermezarkirina polîtîkayên şer ên AKP'ê dewam dikin. Li bajarê Îtalya Bolzanî saet di 16:00 de li Pîaza Del Grano Kurdistanî û dostên wan civiyan û polîtîkayên şer ên AKP'ê protesto kirin.
Di meşê de girseya gel pankartên bi nivîsa "Erdogan tê wateya komkujiyê", "Em li cem berxwedêrên Kurd in", "Dawî li şîdeta li hemberî Kurdan bînin" hilgirt û dirûşmeyên "Terorîst Erdogan", "Bila dawî li şerê qirêj ê Tirkiye û DAIŞ li hemberî Kurdan dimeşîne bê anîn", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG'ê", "Bijî Kurdistanê û "Bijî gerîla" qîriya.