AKP'ê sîstema Serokatiyê xist beyannameya xwe ya hilbijartinê

Di beyannameya hilbijartinê ya AKP'ê de "destûra bingehîn a sivîl" û "sîstema serokatiyê" cih girt. Serokwezîrê Tirk Davûtoglû di axaftina xwe de HDP hedef girt.

Beyannameya hilbijartinê ya AKP'ê ji aliyê Serokê Giştî û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ve hat aşkerakirin.

Davûtoglû di destpêkê de Erdogan silav kir û got, "Duh bi şev bi rêya telefonê em bi hev re axivîn" û bi vî rengî aşkera kir ku beriya ragihandina beyannameyê bi Erdogan re nirxandiye.

Davûtoglû ji alîgirên xwe re got, "Dakevin meydanan ku bibînin meydan tê çi wateyê. Hûn amade ne meydanan bihejînin? Hûn amade ne Colemêrgê rakin ser piyan?"

HDP HEDEF GIRT

Davûtoglû di axaftina xwe de HDP hedef nîşan da û got, "Li Stenbolê pêvajoya aştiyê lê li Agirî berdevkê terorê. Dest ji siyaseta bûkalemûn berde, dest ji siyaseta du rû, sê rû, pênc rû berde."

Davûtoglû careke din îdîa kir ku HDP bi rêya zextê dengan ji gel digire.

Davûtoglû serhildanên Kobanê yên 6-7'ê Cotmehê bibîr xist û got, "Wî Demîrtaşî, di 6-7'ê Cotmehê de heman xayîtî kiribû. Mirov teşwîqî îsyanê kiribû."

DI BIN SIYA ÇEKAN DE AMADEKARIYA HILBIJARTINÊ

Davûtoglû anî ziman ku bi hinceta ewlekariya hilbijartinê wê fermana "bi her awayî ewlekariyê bigirin" daye hêzên ewlekariyê û ji bo alîgirên xwe jî got, "Çi dibe bila bibe hûn amade ne sindoqan ewle bikin?" Davûtoglû bi taybetî diyar kir ku hilbijartin wê li bajarên Kurdan di bin siya çekê de derbas bibe.

Piştî axaftina xwe Davûtoglû Peymana Tirkiyeya Nû ya AKP'ê xwend û bi bimîllahê dest bi axaftina xwe kir.

Di beyannameya ji 100 xalî de "destûra bingehîn a sivîl" û "sîstema serokatiyê" cih girt. Ji bo sîstema serokatiyê jî got, "Di çarçoveya azadîparêziyê de em weke modeleke rêveberiya demokratîk a saziyên qanûndanîn û rêveberiyê lê bi bandor in, niyet dikin. Ji bo dawî li tevlîheviya erkê bê anîn, em sîstema serokatiyê pêwîst dibînin." Di beyannameyê de hat destnîşankirin ku polîtîkaya derve ya heyî wê dewam bike.

Piştî daxuyaniya Davûtoglû namzet hatin nasandin.