AKP'ê niha jî daye dû hîndekarên Gezîvan

AKP'ê niha jî daye dû hîndekarên Gezîvan

Egîtîm Senê ragihand, ku lîsteya mamosteyên zanîngehê yên di dema çalakiyên Gezî de ezmûn nekirine hatiye derxistin û îxbarên der barê hîndekaran de dema dawî zêde bûne.

Serokê Şaxê Zaîngehan a Hejmara 6'an a Egîtîm Senê Îsmet Akça, der barê zêdebûna zextên siyasî yên li hîndekarên zanîngehan tê kirin de daxuyaniyek da û diyar kir ku di asta akademîk de piştî bûyerên Gezî nêçirekê destpê kiriye. Akça diyar kir ku berhema 12'ê Îlonê YOK, ji aliyê AKP'ê ve weke navgîna xweparastinê hatiye bikaranîn.

Akça diyar kir ku desthilatdariya siyasî hîndekar û asîstanên mûxalîf ji nêz ve şopandiye û got, "Li Zanîngehan zextên cuda destpê kirin. Bi hin bahaneyan, welatiyên nêzî desthilatdariyê û sîxurên nêzî rêveberiyê hatin afirandin. Ev sîxur ji rêveberiyên zanîngehê re dibêje, 'Hevalê X' beşdarî bûyerên Gezî bûye. Mamosteyên ku di dema bûyerên Gezî de ezmûn nekirine, lîsteya wan hatiye derxistin. Li zanîngehan nêçirekê destpêkiriye. AKP, YOK'ê weke çeka xweparastinê bikar tîne."

Akça da xuyakirin ku ev zext bi Gezî sînorkirî nîne, gelek hîndekar xwedî ewlehiya kar nînin û gelek asîstan jî piştî ku doktora xwe qedandin, dawî li karê wan tê anîn.