AKP'ê mehaneyê cerdevanan zêde kir!
AKP'ê mehaneyê cerdevanan zêde kir!
AKP'ê mehaneyê cerdevanan zêde kir!
Yek ji şertên ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriya demokratîk, ji hev xistina pergala cerdevaniyê ye. Lê belê berovacî vê hewldanê, AKP'ê mehaneyê cerdevanan zêde kir.
Der heqê mijarê de Cûma Îçten ê AKP'yî axivî û got, "Em bi şev û roj xebitîn û di encama derxistina qanûnan de me mehaneyên muxtar û cerdevanan zêde kirin." Îçten îdîa kir ku cerdevan di berdêla canê xwe de welêt diparêzin û anî ziman ku wan şert û mercên cerdevanan baştir kirine. Îçten ragihand ku mehaneyê herî kêm ê cerdevanan ji 383 TL bû 652 TL, mehaneyê herî zêde jî ji 614 TL bilindî 883 TL bû.
RAYEDARÊN KCK'Ê: EV SÎSTEM LI PÊŞIYA AŞTIYÊ ASTENG E
Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik û Besê Hozat û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Mûrat Karayilan di hevpeyvîna xwe ya duh a ji bo ANF'ê de destnîşan kiribûn ku sîstema cerdevaniyên li pêşiya pêvajoya çareseriyê asteng e û xwestibûn ev bê rakirin.