AKP'ê li Çinarê 65 kes kir cerdevan

AKP a beriya hilbijartinên giştî li Kurdistanê rê li ber rageşiyê vedike, li navçe û gundên Amedê zexta cerdevaniyê li gel dike.

AKP a beriya hilbijartinên giştî li Kurdistanê rê li ber rageşiyê vedike, li navçe û gundên Amedê zexta cerdevaniyê li gel dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, AKP'ê li navçeya Çinarê çek daye destê 65 kesan.

Tevî 'pêvajoya çareseriyê' û agirbestê, AKP hejmara cerdevanan zêde dike. AKP a ku Kurdistanê mîlîtarîze dike, piştî ku jê nehat li navçeya Amed Farqînê bi zextê be jî cerdevaniyê bide qebûlkirin, vê carê li navçeya Çinarê çek da destê 65 kesan.

Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku li navçeya Çinarê ji yên bûne cerdevan re 5 hezar TL hatiye dayîn.

Navê gund û hejmara kesên AKP ew kirine cerdevan bi vî rengî ye:

Geliyê Bûka: 10
Aywerî: 8
Çepenya: 10
Darê: 3
Qoriyê: 5
Sipiyagê: 10
Ekserya: 10
Gogirî: 2
Botika: 1
Bîrabazir: 2
Meşîklî: 2
Melkîş: 2