AKP'ê karmendên ketine grevê kiriye hedef
AKP'ê karmendên ketine grevê kiriye hedef
AKP'ê karmendên ketine grevê kiriye hedef
Karmendên ku bi grevê piştgiriyê didin çalakvanên Parka Gezî jî bûne hedefa AKP’ê. Hikûmeta AKP’ê der barê karmendên ku bi lidarxistina grevê piştgiriyê didin çalakvanên Parka Gezî lêpirsîn da destpêkirin.
Endamê Desteya Rêveberiya Sendîkaya Buro ya girêdayî KESK’ê Metîn Tatar der barê vê mijarê de daxuyanî da rojnameya Cumhuriyet û da xuyakirin ku di serî de li Enqereyê li gelek bajaran navên karmendên tevlî grevê bûne hatine girtin. Tatar, destnîşan kir ku li Çanakkaleyê der barê karmendên ketine grevê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Tatar anî ziman ku ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Dadgeha Dereceya Yekemîn a Daraziya Edlî ya Îzmîrê têkildarî greva di 5’ê Hezîranê de giştînameyek hatiye weşandin û got, “Di giştînameyê de tê gotin ku tevlîbûna grevê sûc e, der barê kesên tevlî grevê bibin de wê lêpirsîn were destpêkirin û wê der barê rêveberên ku navên kesên ketine grevê nedin de jî lêpirsîn were destpêkirin. Piştî vê giştînameyê li Edliyeya Îzmîrê der heqê karmendan de lêpirsin hat vekirin.”.
Tatar di axaftina xwe de anî ziman ku der barê karmendên ku berê tevlî grevê bûne de lêpirsîn nehatiye vekirin û got, “Ji ber axaftinên Serokwezîr em di vê pêvajoyê de li benda lêpirsînê ne. Di nav hefteyekê de wê zelal bibe.”